Hiqûqnas Onûr Duşunmez: Di dema Soylû de êşkence bi rengekî eşkere tê kirin

Parêzer Onûr Duşunmez anî ziman ku gotinên Wezîrê Karên Hundir Soylû rast nînin ku gotibû "Di dema min de êşkence nehatiye kirin" û destnîşan kir ku di dema Soylû de êşkence êdî bi rengekî eşkere tê kirin.

Hiqûqnas Onûr Duşunmez, daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yên têkildarî bêhiqûqiyên ku serçete Sedat Peker eşkere kir, nirxand.

Onûr Duşunmez diyar kir ku li gorî raporên 4.5 salên dawî yên rêxistina efûyê ya navneteweyî li ser Tirkiyeyê weşandî, Wezîrê Karên Hundir bi rengekî eşkere derewan dike û wiha axivî:

"Rapora li ser avêtina gundiyan a ji helîkopterê, ku sala 2020'î li navçeya Şaxê ya Wanê qewimî, rapora li ser êşkenceya li xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, êşkencey ali kesê bi navê Mehmet Siddik Meşe li girtîgeha Amedê, banga lezgîn a ji bo Gokhan Turkmen û Mûstafa Yilmaz ên sala 2019'an hatin revandin, di çalakiya aştiyane ya xwendekaran de ya 8'ê Hezîrana 2018'an bikaranîna hêza zêde û banga ji bo destpêkirina lêpirsîna têkildarî vê êşkenceyê, raporên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê yên salên 2017 û 2019'an. Her wiha li gorî raporên gelek saziyên cuda jî êşkence êdî bi rengekî eşkere tê kirin."

Têkildarî daxuyaniyên Sedat Peker ên li ser kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990'î ku bi wesayitên Toros ên Spî dihate kirin Onûr Duşunmez ev nirxandin kir: "Îroniyeke mezin e. Wesayitên ku di vê demê de ji bo kuştinên kiryar nediyar tên bikaranîn, navê wan Torosên Spî nîne. Lê belê Ford Ranger û Mercedes Vito ne. Lewma nikare bê gotin ku ew serdem qediya ye. Dema ku mirov salên 1990'î û vê demê bînin beramberî hev, wê were dîtin ku herdu serdeman jî çetebûyîn zêde bûye û hewl tê dayin zext li civakê bê kirin. Hebûna çeteyan a wê demê ku weke JÎTEM'ê dihate pênasekirin, bi qezaya Sûsûrlûkê ya lîderê mafyayê yê wê demê eşkere bûbû. Vê demê jî ev çete bi gotina lîderekî mafyayê bi dîmen û belgeyan tê kifşkirin.

Ev rewş nîşan dide ku her wextê têkiliya dewlet û mafyayê hebû. Di demekê de ku bûyerên revandinê gelekî zêde bûye, tê dîtin ku dewlet careke din kuştinên kiryar nediyar dike. Bidawîbûna vê zext û zordairyê tenê bi hewldanek li gorî hiqûqê dibe. Lê belê nêzîkatiyeke bi vî rengî, hiqûq çawa ku ji bo siyasetê di asta duyemîn de bû, niha jî heman nêzîkatî heye."