Her ku em ala serketinê bi hev re rakin, wê zalim qet bi ser nekeve
Gelê bi wêrek ê welatê min ê bedew, li benda min be, hêviya xwe ji min qut neke. Ez bi tilîliyan têm cem te. Zalim wê qet bi ser nekeve, her ku em ala serketinê bi hev re rakin…
Gelê bi wêrek ê welatê min ê bedew, li benda min be, hêviya xwe ji min qut neke. Ez bi tilîliyan têm cem te. Zalim wê qet bi ser nekeve, her ku em ala serketinê bi hev re rakin…
Welatê min ê şirîn, tu bi bedewiyan dagirtî yî. Her parçeyekî xaka te bi dewlemendiyan dagirtî ye. Tu bedew û serhildêrî. Di nava sînorên te de jiyan jî ji me re qedexe ye. Ji me Kurdan re hatiye qedexekirin ku xwedî li te derkevin û te hembêz bikin. Tu buhiştî, hinceta min a şerê bêdawî yî. Tu ji me re ya herî pîrozî. Bereketa te têra hemû mirovahiyê heye. Xwişk-biratiya gelan li ser zemînê te bi şer wate dibîne. Welatê min meskenê lehengên herî serbilind e. Di her parçeyekî xaka te de xwêdana eniya min, xwîn û barût ketiye nava hev de, lê tevî vê yekê jî bi bêhna gulên herî bedew her mirovê dihesidîne. Hezkirina min a ji te re ferman dide ku ez şerekî li dijî cîhanê bimeşînim. Ez hezar caran jî bibim qurbanê vî şerî, ez razî me. Tu ji her berdêlê re amadeyî, lewma ez jî hatime bibim gerîlayekî ku ti carî te bi tenê nehêlim.
Li çiyayên Serhedê bayek tê. Paqij, sade û efsanewî. Bi bihara te ya ku dilê mirov coş dike, rengê herî bedew derdikeve holê. Mirovên ku bi dengê dengbêjan ji ser hişê xwe diçin, berê xwe didin çiyayên Araratê. Mîna ku wê derdê êşên xwe li çiyayên Araratê bibîne, bi baweriyeke mezin rêz nîşan didin. Ruhê wan aramî û hêrsê bi hev re vediguhezîne wan diyaran. Carna qêrîna zarokekî vê hewaya efsûnî xera dike. Di rastiyê de li Kurdistanê qêrîna zarokan, bi dawîbûna êşê ye û deriyê hêviyeke nû ya serhildanê ye. Her çavê biav ya ku guh dide qêrînê, bi hêviya jinûve şînbûnê di her rojeke nû de bi hêviyeke têr û tejî dikenin.
DILÊ WÎ YÊ MÎNA AVÊ SAF TENÊ JI BO GELÊ WÎ LÊDIDE
Bajarê Mûş bedewiyên veşartî yên Serhedê hemûyan bi hev re dijî. Omer li bajarekî bi vî rengî çavê xwe li jiyanê vedike. Xelkê Mûşê timî dilsoziya xwe ya ji Rêbertî û partiyê re parastiye, gelek ewladên xwe di nava refên azadiya Kurdistanê de şehîd dane. Omer jî di nava civakeke bi vî rengî de mezin dibe. Omer hêviya nû ya malbateke welatparêz û dilsozê ziman, çand û kevneşopiya xwe ye. Hîn di temenê zarokatiyê de partiyê nas dike. Wate û girîngiya Rêbertî û PKK’ê ya ji bo gelê Kurd û Kurdistanê hîna di wê temenê de fêm dike û bi vî rengî mezin dibe. Di ferqê de ye ku zarokê gelekî ne azad û qedexekirî ye, ev yek jî herî zêde bandorê li şikil girtina wî dike. Di salên dibistanê dixwîne de sîstema dewleta dijmin, polîtîkayên asîmîlasyon û bênasname hiştinê ferq dike û li dijî vê sîstemê dibe xwedî hêrs û kîneke mezin. Li derdora xwe dibîne ku dijmin ji bo sîxûrkirina ciwanan sûcên çawa dike, lewma hîn baştir fêm dike ku divê li dijî vê sîstemê rabe.
Omer salên xwe yên zarokatî û ciwantiyê bi vê zanebûnê derbas dike, dizane ku êdî dema tolhildanê hatiye. Li ser vî bingehî di sala 2014’an de ji başûrê Mûşê tevlî nava refên rêxistinê dibe. Dilê wî yê mîna volkanekî dikele, bi aram dibe. Ji ber ku armanca wî ya tolhildana ji dijmin, zelal bûye. Dilê Omer ê mîna avê saf, êdî tenê ji bo gelê wî lêdide. Êdî ew gerîlayekî mîna brûskekê ye ku dijmin her kêliyê şok bike. Ew êdî li van çiyayan Brûsk e. Brûsk gerîlayê rizgariyê yê gelê xwe ye. Gel fêm dike û hîs dike. Gerîlayekî bi hestiyar e ku ji bo dawî li êşên gelê xwe bîne, timî pêşketinê esas digire. Dewreya xwe ya bingehîn, li qada Avaşînê dibîne ku nexşeya bedewiyê ya çiyayên azad e. Gerîla Brûsk piştî perwerdeyê li qada Avaşînê di wexteke diyar de pratîkê dimeşîne, piştî pratîka xwe ya li vê qadê berê xwe dide çiyayên Zagrosê.
Zagros û Cîlo ku fedakariyê lê wate dîtiye, wê bibe meskenê wî yê destpêkê û dawiyê. Brûsk fêm dike ku wê qet ji vê qadê qut nebe. Dibe evîndarê vê lûtkeya çiyayan. Li meskenê Zagrosê ku fermandarên mezin lê derketine, Brûsk êdî mirovekî pir cuda ye. Ew êdî bi Cîloyê re mohr dibe. Hemû pratîkên xwe heta şehadetê li vê qadê pêk tîne. Li vir digihije wateya herî bedew a hevrêtiyê. Ji bo dawî li êşên gelê xwe bîne û gelê xwe azad bike, destpêkê li vê qadê li dijî xwe şerekî xurt dimeşîne. Brûsk sond xwariye ku bibe navê xeyalên gelê xwe yên nîvçû mayî û hatine dizîn. Gerîlayekî bi wêrek e ku dibe kabusa dijmin û dijmin tarûmar dike. Evîna wî ya ji bo gerîla û hêrsa wî ya tolhildana ji dijmin, dibe sedem ku zû fêrî şert û mercên çiyê bibe. Brûsk xwepêşxistinê ti carî bes nabîne û ji bo perwerde û pêşketina hevrêyên xwe jî bi roleke mezin radibe. Ew gerîlayekî hêja ye ku ji her cure kêmahiyên hevrêyên xwe re dibe bersiv.
BI HÊRSEKE MEZIN BI SER DIJMIN DE DIÇE
Li gorî Brûsk; dijmin wê ti carî li hemberî hêz û îradeya gerîla bi ser nekeve. Wê nekare gerîla têk bibe, tune bike. Şert û mercên vî şerî çiqas zehmet be jî, gerîla wê ti carî ji şerê rizgariya gel gavekî jî paşde neavêje. Eyaleta Cîlo timî rû bi rûyê êrîşên dijmin maye. Artêşa Tirk timî bi êrîşan hewl daye li vê qadê bibe serwer. Cîlo û gerîlayên ku bûne parçeyên wê yên herî binirx, li dijî dijmin sekinîne û li ber xwe dane. Dijmin ji êrîşkirinê, gerîla jî ji şerkirinê paşde nemaye. Di şerên dijwar ên li Zagrosan de dijmin ji têkçûnê têr nebûye, di sala 2019’an de bi hêviya serketinê car din êrîşî eyaleta Cîlo dike û vê carê xwestiye nîşan bide ku bi israr e. Lê dijmin ev yek nedizanî; soza gerîla ya herî mezin ew e ku li çiyayên Zagrosê dijmin têk bibe. Gerîlayên bi wêrek û dilê wan qasî çiyayan mezin, di vê qadê de sond xwarine ku nehêlin dijmin bikeve vê xakê. Bi hezaran can jî biçin, wê parçeyekî biçûk ê xakê jî ji dijminê nemerd re nemîne.
Gerîla di sala 2019’an de artêşa dijmin poşman dike ku hatî vir. Dijmin windahiyeke mezin dide û direve. Li xaka Kurdistanê eşkere ye ku bêyî lehengî û berdêldayînê, şer nameşe. Cîlo vê yekê dizane û ji bo vî şerê dijwar, weke endamê karwanê lehengan Brûsk ji xwe re dihilbijêre. Brûsk li van çiyayên ku evîndarê wan e, dilop bi dilop xwêdan tevlî kiriye û bûye şervanekî bi wî rengî. Êdî dema şer e û Brûsk amade ye ku xwe feda bike û xwîn, beden û ruhê xwe tevlî van çiyayên bêtirs kiriye. Roja 29’ê Tîrmehê roja gerandina govenda azadiyê ye ku her tim li benda wê rojê bû. Li pişt dûyên reş, sekna Brûsk a bi heybet û serhildêr. Kenê wî yê mezin cara dawî tê dîtin. Di çavên wî de brûsk vêdikevin, bi hêrseke mezin bi ser dijmin de diçe. Brûskê ku dilê wî qasî çiyayan mezin e, di vî şerî de şehîd dibe.
Welatê min buhiştekî bê hempa ye, lê gelê min di nav de dîlgirtî ye. Gelê me gelekî qedîm e, lê serhildêrên me hatine sirgûnkirin. Xaka me xwedî çanda herî dewlemend e, lê di nav de zimanê min qedexe ye. Di her koşeya wê ya tarî de, sîbera windahiyên me û qêrînên bêdeng veşartî ye. Tenê çiyayên me maye ji me re ku em dikarin van nirxan û xwe lê biparêzin. Gelê min ê welatê min ê bedew, li benda min bimîne. Hêviya xwe qet ji min qut neke, ez bi tilîliyan têm cem te. Wê xaka min car din neyê zûhakirin, hingî ku yên mîna min xwînê birijînin. Zalim wê qet bi ser nekeve, hingî ku em ala serketinê bi hev re rakin. Kurdistan wê her demsalê bi gulên kesk û sor û zer xwe bixemilîne, hingî ku em govenda azadiyê bigerînin. Ez lehengê te yê rûmet, şeref, nasname û azadiyê me. Ez serhildêr im. Ez bêtirs im û xwedî îradeyeke xurt im. Ez milîtanê Rêber Apo me.