Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Başûrê Kurdistanê

Dengdayîna ji bo hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû.

HILBIJARTINÊN DEMA 6'AN A PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ
21:06

Li 227 navendên li Hewlêrê encama dengdanê eşkere bû

Hejmartina dengên ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê berdewamin. Encamên dengdana ne fermî li 227 navendên dengdanê yên li sînorê bajarê Hewlêrê eşkere bûn.

Encamên destpêkê yên ne fermî wihane:

PDK: 35785

YNK: 12198

Nifşê Nû: 8400

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 1711

Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê: 1577

Tevgera Helwesta Nîştîmanî: 1481

Eniya Gel: 720

Tevgera Goran: 110

21:01

Bi giştî dengên li her çar navendên hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatine xwendin: 854 hezar û 372

Partiya Demokratîk a Kurdistanê: 336 hezar û 723

Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê: 245 hezar û 966

Nifşê Nû: 133 hezar û 100

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 50 hezar û 580

Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê: 32 hezar û 452

Tevgera Helwest: 27 hezar û 815

Eniya Gel: 16 hezar û 601

Tevgera Goran: 5 hezar û 862

Tevgera Babilyon: 3 hezar û 841

20:32

Encamên destpêkê yên hinek sindoqên her çar navendên hilbijartinê eşkere bûn

Dengên heta niha hatine hejmartin: 352 hezar û 938

PDK: 137 hezar û 916

YNK: 129 hezar û 725

Nifşê Nû: 56 hezar û 878

Yekgirtiya Îslamiya Kurdistan: 15 hezar û 459

Komela Dadgeriya Kurdistan: 13 hezar û 279

Tevgera Helwest: 12 hezar û 295

Eniya Gel: 7 hezar û 738

Tevgera Babilyon: 3841

18:12

Li Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê rêjeya dengan

Li çar bajarên Başûrê Kurdistanê rêjeya dengan eşkere bû. Li Hewlêrê 14 hezar deng, li Silêmaniyê 15 hezar deng, li Dihokê 16 hezar deng û li Helebceyê jî 10 hezar deng hatine bikaranîn.

Silêmanî %60

Hewlêr %65

Dihok %70

Helebce %61

17:06

Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bû

Hilbijartinên serdema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê saet ji 07.00’ê ve dest pê kirin, di saet18.00’an de bi dawî bû.

Di saetên serê sibehê de li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyeyê sindoq hatin danîn. Li seranserî herêmê dê 3 milyon hilbijêr hene.

13:16

Cîgirê Nûnerê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Siyasî û Alîkariya Hilbijartinan Claudio Cordon gihîşte Silêmaniyê û biryar e bi armanca çavdêrîkirina pêvajoya dengdanê serdana çend bingehên dengdanê bike.

Ji saet 07:00’ê sibehê ve li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê proseya dengdanê ya ji bo dema şeşem a parlementoya Herêma Kurdistanê destpê kiriye.

Ji saetên sibehê ve ji bilî serok û nûnerên partî û rêxistinên siyasî, gel jî bi awayek girseyî diçin ser sindoqan û dengên xwe bikartînin.

Lê mîna hemû hilbijartinên beriya niha, PDK’ê carek din serî li hîle û sixtekariyê dide. Li piraniya navendên dengdanê yên li Hewlêr û Dihokê, kartên ku propagandaya hilbijartinê li ser hene belav dike. Ev jî di demek de ye ku roja 15’ê Cotmehê komîsyona hilbijartinê dawî li dema propagandaya hilbijartinê aniye.

Li aliyê din jî PDK gelek kesên ku ji Bakurê Kurdistanê aniye, li îdareya serbixwe ya Soran a ser bi Hewlêrê deng bi wan dide avêtin.

Heta niha rêjeya tevlîbûna welatiyan a di hilbijartinê de nehatiye eşkerekirin.

15:05

Berpirsên malbata Barzanî li cihên taybet û VIP dengê xwe didin û xwe ji welatiyên asayî vediqetînin. Di dema propagandayê de daxwaza dengan ji gel dikin, lê amade nîn in ku wek hemwelatiyên asayî di navendên asayî yên dengdanê de beşdarî dengdanê bibin.

14:44

Binpêkirinên PDK'ê û sextekarî berdewam in. Li gelek cihan li Dihok û Hewlêrê hêzên ewlekariyê ketine nav navenda dengdanê û gefê li çavdêrên aliyên din dixwin. Her wiha belavkirina kartên berbijêrên PDK'ê jî berdewam e.

14:25

Her çend heta saet 12:00'an rêjeya beşdariyê %31 bû, lê ji nîvro û pê ve gelek  welatiyan berê xwe daye navendên dengdanê û niha li gorî berî nîvro li gelek navendan qerebalixî heye.

13.43

Komîsyona Hilbijartinê: Heta nîvro rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31 bû

13:04

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê: Ew hemwelatiyên ku tiliya wan nehatiye xwendin û hatine tomarkirin, dikarin vegerin dengdanê û dengê xwe bidin.

13:04

Li gorî agahiyan, heta saet 12:00 rêjeya beşdariyê %30 ye û ev rêje li gorî herêman cuda ye. Bo nimûne, li Germiyanê rêje %39 û li Silêmaniyê jî nêzî %20 e.

11:38

Berdevkê YNK'ê Se'dî Ehmed Pîre piştî ku dengê xwe da diyar kir ku hilbijartin pêvajoyeke hestyar û girîng e. Ji ber vê yekê, daxwazê dike ku hemû hemwelatî biçin dengên xwe bidin û berbijêrên xwe hilbijêrin. Se'dî Ehmed Pîre her wiha got: "Ev welat milkê her kesî ye û divê her kes xizmetê jê re bike."

11:15

Dengdana li Başûrê Kurdistanê ya ji bo Parlamenta Herêmê dewam dike.

 

 

11:01

Şanaz Îbrahîm Ehmed: Ji bo maf û paşerojê tevlî hilbijartinê bibin

Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed dengê xwe bi kar anî. Şanaz Îbrahîm Ehmed got, "Ji bo bidesxistina maf û paşeroja xwe, divê her kes tevlî hilbijartinê bibe."

10:14

Berevajî talîmatên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, PDK li ber gelek navendên dengdanê li Hewlêr û Duhokê propagandaya hilbijartinê didomîne û kartên berbijêran li dengderan belav dike.

10:13

Sextekariya PDK'ê ya di dengdanê de: Mirov ji Bakur aniye herêmê

Hate ragihandin ku PDK'ê gelek kes ji Bakurê Kurdistanê aniye herêmê û dengan bi wan dide bikaranîn.
 

 

10:05

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî hilbijartinê dişopîne

Nûnerê Taybet ê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê UNAMI Dr. Mûhammed El Hasan îro li Hewlêrê serdana hin navendên hilbijartinê kir û bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bi kar bînin.

Li gorî parvekirina li ser hesabê UNAMI yê X'ê hate kirin, El Hasan got, "Ji bo Herêma Kurdistanê rojeke girîng e, ji bo demokrasiyê rojeke baş e. Rêyek ber bi pêşketinê ve ye."

09:28

Serokkomarê Iraqê dengê xwe li Bexdayê bi kar anî

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê dengê xwe da û got: "Ez hêvî dikim pêvajo bi awayekî serketî bi rê ve biçe û pîrozbahiyê li serkeftiyan dikim."

09:03

Cehfer Şêx Mistefa banga dengdanê kir

Serokê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Siyasî ya YNK’ê Cehfer Şêx Mistefa piştî ku li Silêmaniyê dengê xwe da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Wek YNK em li dijî hemû binpêkirinên ku di hilbijartinê de bên kirine. Pêwîste hilbijartinek demokratîk û azad pêk were.”

08:59

Hakim Umer: Em ê piştî hilbijartinê bi 24 saetan encaman eşkere bikin

Serokê Komsiyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Hakim Umer diyar kir ku heta niha di dengdanê de ji aliyê teknîkî ve ti pirsgirêk çênebûye û got, "Em ê piştî hilbijartinê bi 24 saetan encaman eşkere bikin."

08:54

Qubad Talabanî: Em ê rêya hikumraniyê rast bikin

Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talabanî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got: “Li Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêk hene, bi dengdana welatiyan em ê rêya hikûmraniyê rast bikin. Piştî dengdanê dibe em cejnê pîroz bikin.”

08:33

Li çar herêmên hilbijartinê yên Başûrê Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina 100 endamên nû yên Parlamenta Herêmê dewam dike.

 

08:26

Komîsyona Hilbijartina diyar kir ku ew ê bi tu awayî dema dengdanê neyê dirêjkirin û di 6'ê êvarê de wê pêvajo bi dawî bibe.

08:22

Waliyê Silêmaniyeyê dengê xwe bi kar anî û banga dengdanê kir

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir piştî bikaranîna dengê xwe bang li hilbijêran kir ku teqez dengê xwe bi kar bînin.

08:03

Di dengdana taybet de 478 binpêkirin 

Hevpeymaniya Tor û Rêkxistinên Çavdêriya Hilbijartinê ya Iraqê ku ji şeş tor û rêkxistinan pêk tê, rapora xwe ya dawî ya têkildarî proseya dengdana taybet a karmendên ewlekariyê weşand.

Li gor raporê, di proseya vekirin, dengdan û girtin û hejmartina dengdan de 478 binpêkirin hatine tomarkirin.

Hilbijartinên herêma Kurdistanê destpê kirin

Hilbijartinên dema 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji saet 07.00’an û şûnde bi fermî destpê kirin. Nêzî 3 milyon hilbijêr wê li bajarên Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Helebceyê deng bi kar bînin.

Lîderê YNK’ê Bafil Celal Talabanî li Dibistana Rewşan a li Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî.

Piştî ku lîderê YNK’ê Bafil Celal Talabanî dengê xwe bi kar anî, daxuyanî da û got: “Em ê dawî li vê desthilatdariya yekperest bînin.”

Bafil Talabanî di daxuyaniya xwe de ji ber piştgiriyê spasiya Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî kir.