'Hilbijartina serokê nû' bû şertê vekirina parlamentê

Hat ragihandin, piştî civîna navbera PDK û YNK'ê li ser vekirina parlamenta Başûrê Kurdistanê li hev hatiye kirin.

Hat ragihandin, di civîna duh a navbera Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) de biryar hatiye dayin, parlament bi serokatiya Dr. Yûsif Mihemed bê vekirin, lê di rûniştina duyemîn de serokekî nû ji bo parlamentê were hilbijartin.

CIVÎNA PDK-YNK'Ê

Heyeta YNK'ê ku ji Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî, Endamê Desteya Rêveber a YNK'ê Mele Bextiyar û Endamê Polîtboruya Siyasî ya YNK'ê Sedî Ehmet Pîre  pêk dihat, bi heyeta PDK'ê ya bi Serokatiya Nêçirvan Barzanî re duh li Hewlêrê rûnişt. YNK'ê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DAXUYANIYA YNK'Ê YA LI SER HEVDÎTINÊ

Di daxuyaniya YNK'ê de wiha hate gotin: "Di encama nîqaşa navbera berpirsyaran a li ser pirsgirêkên niştimanî û Kurdîtiyê de, hin fikrên hevbeş ên dîrokî derktin holê. Ya herî girîng aktîfkirina parlamentê û vekirina wê bi destê serokê fermî yê parlamentê ye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Weke YNK em nabêjin bi gel mizgîniye. Ji ber ku erkê me yê yasayî, siyasî û demokratîk e. YNK'ê her tim bi rengekî aram tevlî civînên li gel hêzên siyasî,  gel û li gel Mesûd Barzanî bûye."

Di daxuyaniya YNK'ê de hat gotin, "Em hêvîdar in ev gava baş gavên din ên baş bi xwe re bîne. Em hemû bi hev re li salona rewa ya parlamentê saziya herî bilind a yasayî ye ji zextên partiyan dûr erkê xwe yê yasayî, siyasî û demokratîk bînin cih. Di heman demê de hikûmet jî hevdu bigire û bi hêvî hemû pirsgirêkên welatiyan tengezar dikin çareser bikin. Her wiha zemîna referandûmê ku dengê niştîmaniye li parlamentê bidin çêkirin û bi hemû aliyan bi cih bînin."

Endamê Polîtburo ya YNK'ê Sadî Ehmed jî îro civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Biryar hatiye dayin di rûniştina destpêkê ya parlamentê de Dr. Yûsif Mihemed serokatiyê bike, lê di rûniştina duyemîn de serokekî nû were hilbijartin."

GORAN WÊ ÎRO BERSIVÊ BIDE

Piştî ku referandûm ket rojevê, di serî de Tevgera Goran gelek partiyên siyasî dibêjin, rewabûna biryara referandûmê ku ji aliyê parlamentê ve nehatiye girtin wê bibe mijara lêpirsînê. Di mijara vekirina parlamentê de PDK ferz dike ku li şûna Dr. Yûsif Mihemed ê ji Goran, navekî din bê diyarkirin. Lê belê Goran li ber vê ferzkirinê radibe. Rêveberiya Goran wê piştî civîna xwe ya îro bersivê bide vê pêşniyara PDK û YNK'ê.

EV 2 SAL IN PARLAMENT GIRTÎ YE

Ji ber ku hilbijartinên serokatiya herêmê di 20'ê Tebaxa 2015'an de nehatin kirin, di navbera partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê krîz derketibû û di 12'ê Cotmeha 2015'an de Asayîşa PDK'ê nehiştibû Serokê Parlamentê Dr. Yûsif Mihemed ê ji Tevgera Goran bikeve Hewlêrê, bi vî rengî karê parlamentê hatibû sekinandin. PDK'ê piştre 5 wezîrên ji Tevgera Goran ji wezîfeyê girtibû.