Hikumeta herêmê dixwaze Nexweşxaneya Gel a Qendîlê bigire

Nexweşxaneya Gel a Qendîlê bi rengekî bê pere xizmeta tendurisityê dide gel. Lê belê hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê dixwaze vê nexweşxaneyê bigire.

Nexweşxaneya Gel a Qendîlê, ku di sala 2012'an de hate vekirin, xizmetê dide gelê li Qendîlê û gelemperiya Başûrê Kurdistanê. Nexweşxane dema hate vekirin, fermî bû û ambûlans jê re hate dayin. Lê belê ev 9 meh in derman jê re nayê dayin. Li gel vê yekê, Wezareta Tenduristiyê ya ser bi hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê hewl dide fermiyeta nexweşxaneyê rake.

Nexweşxaneya Gel a Qendîlê, ji roja vebûye û vir ve, bi rengekî bê pere mirovan tedawî dike dermanan jî bê pere dide gel.

Şêniyên Binarê Qendîlê û doktora nexweşxaneyê Dr. Medya Avyan, nerazîbûn nîşanî vê hewldana Wezareta Tenduristiyê dan.

Dr. Medya Avyan, ku ji sala 2006'an û vir ve xizmeta tenduristiyê dide gelê Qendîlê, anî ziman ku li Binarê Qendîlê 62 gund hene û derfetên tenduristiyê yên van gundiyan kêm e.

Nexweşxaneya ku berê hefteyê carekê xizmeta tenduristiyê dida, di sala 2009'an de bû hefteyê du caran û niha jî hefteyê 5 rojan xizmeta tenduristiyê dide gel.

Dr. Medya diyar kir, li gorî derfetên xwe, ew bi dildarî xizmeta tenduristiyê didin gel û got, "Di demekê de ku krîzeke giran heye, em hem xizmeta dermên hem jî ya tedawiyê didin. Em amade ne çi ji destê me bê wê bikin. Em li vê derê tedawiyê dikin û rewşa nexweşên xwe jî dişopînin. Emeliyat li vê derê nepêkan e, lê belê tedawiyên li derveyî emeliyatê em li vir dikin."

Dr. Medya ragihand, beriya niha Îranê top davêt, êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk jî hê dewam dikin û destnîşan kir, ku divê were zanîn; gelê Qendîlê gelekî berxwedêr e.

Dr. Medya Avyan astengiyên derdikevin pêşiya wan bibîr xist û wiha dewam kir: "Ev nexweşxaneya ku em niha xizmetê lê didin, di sala 2012'an de ava bû. Piştre fermî bû. Bêguman ev fermiyet jî bi hêsanî nebû, di encama têkoşînekê de bû. Di vî warî de şaredariya Qendîlê gelekî alîkarî da me. Piştre fermî bû, alîkariya derman û ambûlansek hate dayin. Lê belê ev 9 meh in derman nayê. Ne tenê derman nayê şandin, Wezareta Tenduristiyê dixwaze fermiyeta vê nexweşxaneyê rake. Em vê rast nabînin, ji ber ku li Bnarê Qendîlê gel dijî û pêwîstiya vî gelî bi xizmeta tenduristiyê heye. Mafê gel e ku doktor wan tedawî bike û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê çareser bikin. Ji bo vî gelî divê derman were şandin. Ev yek wezîfey ahikumeta herêmî, wezîfeya wezareta tenduristiyê ye. Lê belê ev bû 9 meh ku ev wezaret wezîfeya xwe bi cih nîne. Ev mijare rexneyê ye."

Dr. Medya diyar kir, ew vê rewşê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Dixwazim destnîşan bikim, ku em vê rewşê qebûl nakin. Ji ber ku ne partiyek ya jî hêzeke leşkerî ji vê sûdê werdigire. Gel bi xwe ji vir sûdê werdigire. Bi hezaran mirovên Binarê Qendîlê, wekî din mirovên ji derve tên sûdê werdigirin. Ji Ranya, Rewandûz, Qeladize Qesre, Diyanayê mirov tên û li vir tedawî dibin. Li bajaran, ji ber ku derman gelekî buhaye gel nikare derman bikire. Lewma tê vê derê. Çareseriyê li vê derê dibînin. Ev mafê gel niha tê birîn. Ji ber vê yekê divê gelê Kurdistanê li dijî vê yekê nerazîbûnê nîşan bide. Ji ber ku derman li ser wan hatiye birîn. Pêwîste tevahiya gelê me yê welatparêz, yên ji vir sûdê werdigirin û gelê me yê dixwaze ev nexweşxane karê xwe bidomîne, lazim e nîşan bidin ku vê rewşê qebûl nakin."

Ji şêniyên Binarê Qendîlê Hesen, nerazîbûn nîşanî helwesta hikumeta herêmî da û got, "Ev gel xizmetê dide gelê sivîl. Ev bû cara dudiyan ez têm vê derê. Her tim xizmetê dide gelê sivîl. Ne rast e ku hikumet bi vî rengî tevdigere. Em vê qebûl nakin. Divê hikumet alîkariya dermên bide vê derê."

Welatiyê bi navê Mihemed jî anî ziman ku pêwîstiya gelê Binarê Qendîlê bi vê nexweşxaneyê heye û go, "Em hikumeta herêmî dixwazin, ku fermiyeta vê nexweşxaneyê raneke. Ji ber ku ev nexwşxane xizmetê dide gelê sivîl. Pêwîstiya vî gelê bi vê nexweşxaneye heye. Ev bû cara dudiyan ez jî têm vê derê û gelê sivîl û xizan ê li vê derê dijî, tê vir. Ev gel nikare biçe Diyana, Ranyayê û dermên bikire. Pêwîste hikumet alîkairya dermên bide vê derê. Lazim e xizmet ji vî gelî re were kirin."

Bes Husên jî destnîşan kir, ku gelê xizan tê vê nexweşxaneyê, sûdê ji vê nexwşxaneyê digire û got, "Bila hikumet fermiyeta vê nexweşxaneyê raneke. Xizmetê dide gel. Eger pêwîstiya min pê nebûya, eger ez ne xizan bûma, ez ê çima bihatima vê derê. Gelê xizan tê vê derê. Hikumet çima fermiyetê radike? Bila alîkariyê bide. Ez ji vê nexweşxaneyê sûdê werdigirim. Gelê xizan tê vê derê. Çi zerara vê nexweşxaneyê li hikumetê heye? Gel ji vir sûdê werdigire."

Kelsûme ya ji Qendîlê, ku çend car in tê vê nexweşxaneyê, ji hikumeta herêmî xwest ku fermiyeta vê nexweşxaneyê raneke.

Nesrîn Osman jî anî ziman, nexweşxane bi rengekî bê pere xizmeta tenduristiyê dide gel û got, "Ev nexweşxane bê pere dixebite. Doktor jî gelekî baş in. Gel sûdê ji vir digire. Em ji hikumetê dixwazin, ku fermiyeta vê derê raneke."