Hêzên Tirk bombe li gundê Ûlaşli yê Minbicê barandin
Hêzên dagirker ên Tirk, bombe li gundê Ûlaşli yê bi 29 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye barandin.
Hêzên dagirker ên Tirk, bombe li gundê Ûlaşli yê bi 29 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye barandin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, hêzên dagirker ên Tirk îro saet di 13:00 de bi fuzeyên katyûşa gundê Ûlaşli bombe kirin. Hat ragihandin, 5 fuze li gund ketine.
Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêşî li êrîşên hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê girtin, artêşa Tirk dest bi bombekirina gundên li rojavayê Minbicê kirin.
Li gorî agahiyan, ji ber bomberdûmanê hin xanî xera bûne û zerara madî rû daye.