Hêzên rejîma Îranê 4 kolber birîndar kirin

Di nava wan du rojên dawî de hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Serdeşt û Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê 4 kolber birîndar kirin.

Duh hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Pîranşar-Çomanê gule li kolberan reşandin ku di encamê de kolberek birîndar bû. Navê kolberê birîndar Elî Xizirzade ye ku ji gundê Kolke Reş a jorîn a girêdayî Serdeştê ye.

Her wiha şeva pêrşema bihurî jî hêzên rejîma Îranê komek kolber kirin armanc. Li vir 3 kolber birîndar bûn.

Navê her sê kolberên birîndar jî Kemal Goherî, Kamil Qadêrî û Resûl Çeplek e.

Hêjayî gotinê ku di wê dema dawî de kuştina kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve pir zêde bûye. Hêzên rejîmê bêyî ku astengiyekê li pêşiya xwe bibînin kolberên Kurd dikin armanc û ew yek dibe sedema mirin û birîndar bûna wan.