Hêzên gerîla li Amed, Agirî, Şirnex û Sêrtê lê dan

Gerîlayên HPG/YJA Starê li gelek cihan li artêşa Tirk xistin. Herî kêm 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Amed, Agirî, Şirnex û Sêrtê ev daxuyanî da:

AMED

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 12'ê Gulanê li qada Şehrîban a herêma Besta ya Şirnexê, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Deriyê Sevo çalakî kirin. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin di çalakiyê de hate kuştin.

Hêzên me heman rojê li Girê Deriyê Berojê jî çalakiyeke sabotajê li dijî yekîneyeke dijmin kirin. Hejmara leşkerên di encama vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

EYALETA SERHEDÊ

Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê li dar e, hêzên me 12'ê Gulanê saet 22'an li nêzî deriyê sînor ê Dîlûcû yê navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya li dewriyê digeriya çalakiyek kirin. Derbên giran li wesayita zirxî hatin xistin û di encamê de wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin.

GABAR

Êvara 11'ê Gulanê saet 17'an, hêzên me li dijî kontrayên ku hewl didan rêya ewlekariyê ji bo bendava Ilisû ya li herêman Findikê ya li çiyayê Gabarê çêbikin, çalakiyek kirin. Hêzên me li dozereke ku rê çêdikir xistin. Di encamê de dozer hate rûxandin û kontrayekî tê de hate kuştin.

SÊRT

11'ê Gulanê saet 17'an, li dijî qereqola Memîra ya li navçeya Dihê ya Sêrtê çalakiyek hate kirin. Hêzên me derbên xurt li çepereke qereqolê xistin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin."