HPG: Li Colemêrgê 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di çalakiya gerîla de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, li girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê di çalakiya 11'ê Gulanê de 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG'ê diyar kir, li Lêlîkanê jî di çalakiyeke sûîqestê de leşkerek hate kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 11'ê Gulanê saet 19:10'an li dagirkerên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê xistin. Ji çar aliyan ve li kozik û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û 2 stargeh hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di vê çalakiyê de 11 leşkerên dijmin hatin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin."