Hêzên gerîla: Herêma Bradostê bê xwedî nîne

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku wê heta dawiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li ber xwe bidin û gotin, herêma Bradostê bê xwedî nîne.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya bi rêbaz û taktîkên nû dewam dike. Gerîlaya YJA Starê Arîn diyar kir ku bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz re heta niha çalakiyên serketî hatine kirin û got, gerîlayên jin bi erk û berpirsyariya pêngavê radibin û li gorî ruhê pêngavê tevdigerin.

Gerîla Arîn got, "Weke hêzên YJA Starê em hewl didin pêşengiyê ji çalakiyan re bikin" û wiha dewam kir: "Di vê demê de me çalakiyên girîng kirin. Derbên xurt li hêzên dagirker hatin xistin. Ruhê fedayî yê hemû hevalên me, çalakî bêhtir serketî kiriye. Bi tolhildana şehîdên Xakurkê re hemû heval bi ser dijmin ve diçin û derbên xurt li hêzên dijmin dixin."

'EM Ê CIHÊ KU EW LÊ NE BIKIN DOJEH'

Gerîla Arîn destnîşan kir ku bi çalakiyên dawî yên gerîla re hêzên dagirkeran dîtine ku herêma Bradost û Xakurkê bê xwedî nîne û got, "Em bi îdîa û biryardariyeke mezin bi ser dijmin ve diçin. Gelekî girîng e ku hêzên YJA Starê bi bîr û baweriya xwe ya ji serketinê cihê xwe di nava çalakiyên bi bandor de digirin.

Dema bê jî em ê bi vî ruhê serketinê bi ser dijmin ve biçin. 2018 wê bibe sala azadiyê ya Rêber Apo û serketina gerîla. Em ê bi vê şiyarê, herêmên ku dagirker lê bi cih bûne li wan bikin dojeh."

'HETA KU LEŞKEREKÎ BI TENÊ NEMÎNE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Amed jî diyar kir ku wê li pêşberî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin. Çekdar Amed destnîşan kir ku gerîla bi rêbaz û taktîkên nû dijmin ditevizînin û got, "Ez tevlî çalakiya li Evdilkovî bûm ku çalakiyeke serketî bû. Em ketin nava çeperên dijmin.

Bêyî ku windahiyan bidin me derbên giran lê dan. Çalakiyeke serketî bû. Me di çalakiyê de çek û cîhazên dijmin ji çeperên wan rakirin. Çalakiyên me wê dema bê jî bi xurtî dewam bikin. Heta ku leşkerkeî bi tenê yê dijmin nemîne, çalakiyên me yên bi vê rêbazê wê bidomin. Bila gelê me pê piştrast be, ku di vê dmeê de em ê erk û wezîfeya xwe bi cih bînin."