Hêzên gerîla 85 dagirker ceza kirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di çarçoveya pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de mehekê 85 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya meh dawî ya Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê weşand. Li gorî bîlançoyê 85 dagirker hatin cezakirin, 19 dagirker jî birîndar bûn. 7 gerîlayên tevlî pêngavê bûn şehîd bûn.

Di nava vê demê de hêzên gerîla 60 çalakî li dijî dagirkeran li dar xistin, derb li 2 wesayitên leşkerî û 6 helîkopterên êrişê xistin.

HPG'ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker 65 caran li dijî hêzên gerîla gazên bi jehr bi kar aniye.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a faşîst 23'ê Nîsana 2021'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin gihîşt roja 120'î. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê bersiv dan dagirkeran. Gerîlayên me yên azadiyê ku 122 rojan bi rengekî bênavber li ber xwe didin, rûpeleke nû li dîroka berxwedanê ya gelan zêde kir. Rê û rêbazên şer ên dewlemend ên serdema nû xistin meriyetê û careke din nîşan dan ku têkoşîna me ya bi rûmet wê bi ser bikeve.

Îradeya Apoyî ku di dema Destana Garê de di asta herî bilind de hate temsîlkirin, li Mamreşo veguherî kevneşopiyê, îro jî li qadên berxwedanê yên Werxelê û Girê Sor gihîştiye meha xwe ya çaran û mizgîniya serketinê dide. Heman demê li dijî êrişên tunekirinê yên artêşa Tirk a dagirker, li Bakurê Kurdistanê çalakiyên berfireh û serketî hatin lidarxistin. Gerîlayên me li her qada ku lê ne bêhn li dagirkeran çikandin û pêvajoyek dan destpêkirin ku derbên giran li dagirkeran tê xistin.

ARTÊŞA TIRK DI NAVA TÊKÇÛNEKE MEZIN DE YE

Dewleta Tirk a dagireker, bi êrişên xwe yên berfireh dixwaze Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bike, ku li pêşiya armancên xwe yên mêtingeriyê weke astengiya bingehîn dibîne. Gerîlayên me ku rastiya 'Kurd û Kurdistana azad' a Rêber Apo dixin meriyetê, weke fedayiyên gel li dijî van êrişên tunekirinê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hêzên me, ev berxwedana dîrokî ya li Mamreşo dest pê kir li Mervanos, Cîloyê Biçûk û Zendûrayê bi taktîkên nû dewlemend kirin, Girê Sor û Werxelê kirin qadên berxwedana mezin a têkoşîna me û gihandin asta herî bilind. Berxwedana 120 rojî ku her rojeke xwe mîna destanê ye, dagirker li pêşberî gerîlayên me bêçare mane û li gel derfetên xwe yên teknîkî hemûyan nikare bi gavekê jî li hemberî gerîla bi pêş ve biçin. Ev berxwedan bûye nîşaneya sekna bi biryar a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku rê nadin dagirkeran. Dewleta Tirk a dagirker ku nikare berxwedanê bişikîne, berevajî derbên mezin dixwe, mîna her carê serî li rê û rêbazên derveyî mirovahiyê dide û sûcên şer dike. Dagirkeran gelek caran gazên bi jehr û kîmyewî li dijî qadên berxwedanê bi kar anîn. Bi saya tedbîrên gerîlayên me yên profesyonel nekarî bigihêje armanca ku dixwaze. Berxwedana bênavber û çalakiyên bi bandor ên gerîlayên me ku îro li Avaşîn, Zap, Metîna, Heftanîn û Xakurkê dimeşîne, artêşa Tirk a dagirker xistiye nava têkçûneke mezin.

Berxwedana dîrokî ya 4 mehan a gerîlayên me ku bi pêşengiya şehîdên me yên pîroz hate meşandin, xwe ji nû ve afirand û profesyonel bû, serketina ruhê 'Pêngava 15'ê Tebaxê' nîşan da ku ji aliyê fermandarê me yê nemir Egîd ve hatiye afirandin. Têkoşîna me ya azadiyê jî bi gaveke din nêzî serketinê kiriye. Di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de hêzên me yên YJA Starê li refên herî pêş cih girtin û gelek çalakiyên serketî kirin. Rola pêşeng a nasnameya jinê ya azad ku bi felsefeya Rêber Apo hatiye afirandin, di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de bi xurtî bandora xwe li şer kiriye.

Berxwedana dîrokî ya 122'an a gerîlayên me ku bi ruhê fedayî li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê dimeşîne, nîşanî tevahiya cîhanê da ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî her cûre êrişên li ser gel û xaka me li ber xwe dide û xwedî wê hêzê ye ku dikare armanca Rêberê Azad, Welatê Azad pêk bîne ku hesreta gelê me ye, armanca şehîdên me yên pîroz bû.

Bîlançoya şerê mehekê yê Pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê wiha ye:

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatine lidarxistin;

-10 çalakiyên gerîla yên koordîneyî
-13 çalakiyên lêdana derbê
-7 çalakiyên sûîqestê
-13 çalakiyên sabotajê
-15 çalakiyên bi çekên giran
-Çalakiyeke serdegirtinê
- Çalakiyeke êrişê
- Bi giştî 60 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

-85 dagirker hatin cezakirin.
-19 dagirker birîndar bûn.

Hevrêyên me yên şehîd bûn;

-7 hevrêyên me şehîd bûn.

Êrişên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

-Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla derbên giran dixwe û nikare encamê werbigire, ji bejahî û hewayî ve her roj bombeyan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarîne.

-65 caran gazên bi jehr û kîmyewî bi kar anî.

Wesayitên dijmin ên ku hêzên me derb li wan xistin;

-2 wesayitên leşkerî
-6 helîkopterên êrişê

Malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin;

-2 wesayitên leşkerî yên zirxî bi tîpa Kîrpî
- Çekek bombeavêj û çepera wê
- Çekek A4 û çepera wê
-2 drone
-7 kamerayên mobesse

Malzemeyên leşkerî yên ku hêzên me ji ser dijmin rakirin;

-Çekek BKC
-Droneyek
-200 kîlo teqemenî."