Hêzên Îranê 7 welatiyên Başûrê Kurdistanê destgîr kirin
Hat ragihandin ku hêzên Îranê 7 welatiyên Başûrê Kurdistanê li çiyayên Qendîlê çûne berhevkirina giha destgîr kirine.
Hat ragihandin ku hêzên Îranê 7 welatiyên Başûrê Kurdistanê li çiyayên Qendîlê çûne berhevkirina giha destgîr kirine.
Li gor nûçeya RojNewsê, hêzên Îranê 7 kesên li herêma Dola Şêx Ayşê çûne berhevkirina giha, destgîr kirine. Aqûbeta welatiyên hatine destgîrkirin nayê zanîn.
Hat diyarkirin ku pasdaran gule berdane kesên hewil dane ku ji sînor derbas bibin û gelek çêlekên gundiyan kuştine.
Xizmên girtiyan bang li hikûmeta Hewlêrê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.