Hêza pêşeng a Pêngava Bazên Zagrosê: YJA Star

Di gelek çalakiyan de yên li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk hatin lidarxistin mohra gerîlayên YJA Starê heye. Pêngava Bazên Zagrosê bi bawerî û îradeya van jinan mezin dibe, geş dibe.

Gerîlayên jin li Avaşînê, ji çalakiyên bi çekên giran heta bi sekvaniyê bi rengekî çalak tevlî şer dibin û bi rola diyarker radibin. Dİ encama çalakiyên gerîlayên jin de heta niha derbên giran li leşkerên Tirk hatine xistin.

Hem sekna li nava jiyanê hem jî çalakiyên li qada şer ên gerîlayên jin li rojnivîskan hatin nivîsandin.

Li yek ji rojnivîskên gerîla wiha hate gotin, "Hevalên jin ji destpêka operasyonê ve bi enerjiya xwe, bi moral û fedakariya xwe ya mezin pêşengî kirin."

Gerîlayek dibêje, "Bi taybetî rola diyarker a hevalên jin ên şehîd bûn di berxwedanê de, ji bo me rê nîşan da."

Di rojnivîskekê de sekna bi moral a gerîlayên jin Rûken û Sarya hate destnîşankirin û hate gotin, "Heta kêliya dawî bêfikar tevlî bûn. Ev mînak yek ji hêmanên girîng bû ku Mamreşo kir Mamreşo."

Di heman rojnivîskê de wiha hate gotin, "Li Aris Farisê di şexsê Amara û Diyanayan de yekbûna fedayîtiyê bi çalakiyê re, li Mervanosê wêrekiya Ekînan a li dijî Kobrayan, enerjî û moralê hevala Viyan ku hîmê bingehîn ê çalakiyên me yên bi çekên giran bû, sekna bi îrade ya Ronahî, Nesrîn, Marya û Berfînan ku dema dengê çekan dibihîst li dijî dijmin bedena xwe kirin mertal, hevrêtiya xurt a Tolvînan di dema herî giran a şer de, gelo çawa dikare bê jibîrkirin? Ev berxwedan bi van jinan navê xwe li dîrokê dinivîsîne. Pêngava Bazên Zagrosê bi bawerî û îradeya van jinan mezin dibe, geş dibe."

Di rojnivîskeke din de bal tê kişandin ser sekna diyarker a gerîlayên jin li dijî dagirkeriyê: "Sekna hevalên jin ku ji roja destpêkê ve berpirsyariya vî şerî hildan ser milê xwe û xwe ji fedakariyê ti carî nedan alî, bi qasî ku rêveçûna vê operasyonê biguherînin girîng bû."

Nivîskarê rojnivîskê dipirse, "Ji xwe di şerên heta niha de her tim ne bi vî rengî bû?" û wiha dewam dike: "Aliyê cuda yê ji şerê berê ew e ku vê carê jin ne lehengên veşartî yên serketinê ne, bûne hêza herî li pêş ku ala serketinê li ba didin. Yanî ne sira li pişt serketinê ne, ew bûn serketin bi xwe. Di nava vî şerê herî giran û bêrehm de, li gel ewqas êş û azaran, rengê herî bedew ê jiyanê, hevalên jin e. Qiyamet jî rabe bi kêliyekê bêmoral nabin, her tim bi coş in, her tim bi hêvî bi ser dijmin ve diçin. Çalakiyên sûîqestê yên hevala Delîla ku bû sedem, dijmin ji terzîxaneyê vekişe, çalakiyên hawanan ên hevalên Dîren û Dorşîn ku her roj di binê balafirên keşfê de kirin, serketina hevalên Ekîn û Amara ya di çalakiyan de, çeperên ku hevala Adîfe bi çeka B7 rûxand, ji bo me hemûyan bû hêzeke mezin, di heman demê de derbên giran li dijmin xistin. Bi gotina, 'Hevalno dijmin Avaşîn bi çeteyan dagirtiye, tirsa wan a herî mezin ew e ku bi destê jinan bê kuştin. Eger bi vî rengî be wê çaxê wê vê tirsê bibînin' biryardariya xwe nîşan dan. Heta niha bi îdîa û hêviyeke mezin tevlî şer dibin. Şûrê azadiyê di şerê jinên leheng ên li Avaşînê de destanan dinivîsîne."