Heyva Sor ji bo Efrînê banga lezgîn kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Efrînê banga hevgirtin û alîkariyê kir.
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Efrînê banga hevgirtin û alîkariyê kir.
Li Efrînê ji bo gelê ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, Heyva Sor a Kurdistanê banga hevgirtin û alîkariyê kir.
Heyva Sor berê jî ji bo Efrînê ‘Kampanyaya Alîkariya Neteweyî ya Mezin’ dabû destpêkirin û ji bo vê kampanyayê jî bangeke lezgîn kir.
Banga Heyva Sor wisa ye:
“Ev 2 meh in bajarê Efrînê di bin bomberdûmana dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de ye. Li ser gelê me qirkirinek tê kirin. Jin, zarok û ciwan ji aliyekî ve li ber xwe didin û ji aliyê din ve jî ji ber tunebûna pêdiviyên jiyanî demên dijwar dijîn.
Em jî ji bo bicihanîna pêdiviyên gelê xwe yên li Efrînê divê em bixebitin û divê em xwedî li gelê xwe derkevin.
Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê bi çalakiyên cihê xwedî li gel û berxwedana Efrînê derketin. Divê em vê piştgiriya xwe bi rêyên maddî jî bidomînin. Em xwedî li gelê xwe derkevin û êrîşên qirkirinê bişkînin. Em careke din ji gelê xwe re diyar dikin ku ev kampanya ‘Lezgîn’ e û divê ‘Roj berî rojekê’ pêk were. Em xwedî li gelê xwe derkevin û berxwedanê geştir bikin.