JI BO EFRÎNÊ BEŞDARÎ KAMPANYA MEZIN A NETEWEYÎ BIBIN!

Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo gelê Efrînê yê ku êrîşên dagirkeriyê lê tên kirin, dest bi kampanya alîkariyê kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi rengekî bê exlaq û dûrî ji pîvanên hiqûqa şer êrîşî Efrînê dikin û jin, zarok, extiyar; sivîlan dikujin. Bombeyan li cih û warên sivîlan dibarînin û ewlehiya can û malê gel ji holê radikin. Bombeyan li mal, dibistain, mizgeft, kampên penaberan dikin û hildiweşînin. Herî dawî êrîş birin ser ambûlanseke Heyva Sor a ku birîndar tê de bûn û bi vî rengî hemû pîvanên hiqûqa şer bin pê kirin.

Heyva Sor a Kurdistanê ku saziyeke alîkariyê ya neteweyî ye, ji bo gelê Efrînê dest bi kampanya alîkariyê kir. Li ser mijarê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin; "Di vê kampanyayê de alîkariya madî ya bê hevdan wê ji kirîna derman, malzemeyên tenduristiyê û cîhazên tibî yên ji bo nexweşxaneyên li Efrînê bên bikaranîn.

Amadekariyên kampanya me ya alîkariyê qediyane û wê li hemû welatên Ewropa û Skandînavyayê, li Japonya, Awûstralya, Amerîka û Kanadayê bi saziyên alîkariyê yên Kurdan re wê alîkariya madî bê komkirin.

Em gelên Efrînê ku êrîş û dorpêçî li ser wan e bi tenê nehêlin. Bêyî ku dereng bimînin em alîkariya xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin gelê xwe. Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariya we di dema xwe de bigihîne cih, hemû amadekarî temam kiriye û li benda alîkariya we ye.

Banga me li hemû Kurdistanî û dostan e; Çawa ku me ji xwe re weke berpirsyarî û wezîfeyeke exlaqî dît û em tevlî kampanyayên ji bo Kobanê, Şengal û bajarên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin wêrankirin bûn, bi heman berpirsyarî û têgihiştina exlaqî em xwedî li gelê xwe yê li Efrînê derkevin û bi hemû derfetên xwe destê xwe yê alîkariyê dirêj bikin."

Agahiyên berfireh ê li ser kampanyayê, li malpera înternetê ya Heyva Sor a Kurdistanê dikarin bên peydakirin:

http://www.heyvasor.com/ku/ji-bo-efrine-besdari-kampanyaya-mezin-a-neteweyi-bibin/