Heyetek ji Mexmûrê çû Hewlêrê û li aqûbeta girtiyan dipirse

Heyetek ji 13 kesan ku hem ji rêveberên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û malbatên ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin pêk tên, ji bo aqûbeta girtiyan bipirsin wê li avahiya Neteweyên Yekbûyî bi beşê siyasî re bicivin.

Heyetek ji 13 kesan ku tê de rêveberên Wargeha Mexmûr û malbatên kesên ji aliyê asayîşa PDK’ê û Istixbarata PDK’ê 'Parastin' ve hatine girtin û heta niha ti agahî li ser nîne, bipirsin berê xwe dan Hewlêr wê li gel beşa siyasî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê re bicivin.

Endamê dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û welatiyê bi navê Osman Nadir Hacî yên ji 13’ê Hezîranê ve ji bo nexweşxaneyê çûbûn bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Istixbaratê ya 'Parastin' a PDK’ê ve hatibûn girtin.

Ji wê rojê heta niha tevî gelek hewldanan ti agahiyek ji aqûbeta wan nehatiye girtin. Dîsa beriya wê 4 welatiyên din ên wargehê ji bo karên cuda li deverên cuda yên bajarên Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hatibûn girtin û niha jî li Asayîşa Giştî ya Hewlêr heman demê navenda giştî ya Istixbaratê ya Parastinê ye tên ragirtin.

Di serî de ji bo aqûbeta endamê Dîplomasiyê Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî û her 4 kesên din ên ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin, heyetek ji 13 kesan ku rêveber û malbatên girtiyan pêk tên, berê xwe dan Hewlêr. Wê li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi beşa siyasî re civînek lidar bixin. Armanca heyetê ew e ku agahiyek li ser van kesan bên girtin û bê sedema wan çiye hatine girtin û dîsa li kû ne, agahî bigirin. Dîsa ya ji hemûyê girîngtir ew e ku daxwaza berdana wan bê kirin.

Yek ji endama Heyetê Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan agahî da ku îro ji bo agahiyeke zelal ji girtiyên bi navên endamê Dîplomasiya Mexmûr Bêwar Emîn Tahir, Osman Nadir Hacî, Serhat Elî Mûstefa, Salih Ebdullah Nezîr, Mûsa Silêman Ehmed û Emîn Ehmed Derwêş ên ev demeke ji aliyê hêzên Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û heta niha nayê zanîn bê ka li kû ne, diçin Hewlêr bi beşa siyasî ya Netweyên Yekbûyî re bicivin. Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku ew li ser navê nûnertiya wargeha Mexmûr û malbatên girtiyan diçin hevdîtinê pêk tînin.

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku armanca wan a ji vê hevdîtinê wê ew be ku tevî hemû hewldanan heta niha nekarîne ji welatiyên xwe agahiyek bigirin, wê ji NY daxwaz bikin ji bo aqûbeta van kesan bikevin nava tevgerê. Leyla Arzû Îlhan bal kişand ku weke statu Mexmûr di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye û ji vê berpirsin.

Leyla Arzû Îlhan da xuyakirin ku tevî ew dizanin ku welatiyên wan ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin, lê heta niha asayîşa PDK’ê ev yek zelal nekiriye û ev jî wan dixe nava fikar û metirsiyan.

Bêwar Emîn Tahir ev demek dirêj e xebatên dîplomasiyê bi taybet ji bo çêkirina nasname û gelek mijarên cuda ve hatiye peywirdarkirin û li ser vê mijarê bi heyetên Bexda û dîsa gelek saziyên peywendîdar ên Hewlêrê re civîn çêkirine.

Dîsa welatiyên din ên hatine girtin, welatiyên bi salan penaber in û ji bo debara xwe û karên cudatir li Başûrê Kurdistanê kar dikin.