Heyetek ji hikumeta Iraqê serdana Mexmûrê kir

Heyetek ji hikumeta Iraqê serdana kampa penaberan a Mexmûrê kir ku bûbû hedefa êrişa dewleta Tirk û li kampê lêkolîn kir.

Hate ragihandin ku heyet ji rayedarên ewlekariyê û Wezareta Penaber û Koçberan a Iraqê pêk tê.

Heyeta ji Bexdayê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî bi rayedarên kampê re hevdîtin kir û li pirsgirêkan guhdarî kir.

Endamên heyetê ragihadin ku ji bo lêkolînkirina êrişê, pirsgirêkên li kampê û peydakirina rêyên çareseriyê wan ev serdan kirine.

Heyetê soz da ku wê van daxwazên xelkê kampê parve bike û got, "Ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji bo pêşîgirtina li êrişan, ji bo ewlehiyê em ê hewl bidin. Alîkariya mirovî jî di nav de di gelek mijaran de em ê bibin alîkar."

Heyetê li kampê serdana çend malbatan kir û guh da fikarên şêniyên kampê. Li cihê êrişa 5'ê Hezîranê lêkolîn kir.

Heyetê ragihand ku beriya vegere Bexdayê wê serdanên xwe dewam bikin û alîkariya pêwîst bi kampê re bikin.