Heyeta KNK’ê, têkildarî kongraya netewî serdana Hîzbî Zehmetkêşan kir

KNK a ku ji bo gotûbêjkirina plaftormekî hevpar a kongreya netewî ya turên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne, îro çû serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan.

KNK a ku ji bo gotûbêjkirina plaftormekî hevpar a kongreya netewî ya turên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne, îro piştî serdana partiya PDK’ê çû serdana Hîzbî Zehmetkêşanî Kurdistan. Heyeta KNK’ê ya ku ji alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade, endamên Konseya KNK’ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz, endamê KNK’ê Seyîd Ekrem li gel Ferhat Doskî pêk tê, saet 17:00’an li Hewlêrê çû serdana Navenda Giştî ya Hîzbî Zehmetkêşan.

Endamê Konseya Serokatiya Hîzbî Zehmetkêşan Behman Huseyîn û Saîd Xalîd li gel endamê polîtburoyê Dizlar Ebdulah û Nîştîman Kemal, heyeta KNK’ê pêşwazî kirin. Hevdîtina heyetê nêzî saetekê dom kir. Di beşa hevdîtinê ya ji çapemeniyê re vekirî li ser navê Hîzbî Zehmetkêşan Saîd Xalid axivî û diyar kir ku lidarxistina kongreya netewî divê xebata herî bingehîn a gelê Kurd be. Piştre hevdîtin ji çapemeniyê re girtî destpê kir.

KNK’ê, 12’ê Hezîranê li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandibû ku ji bo gotûbêjkirina platformekî hevar a ji bo lidarxistina kongreya netewî xebat wê bidin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de 13’ê Hezîranê li Silêmaniyê bi Tevgera Goran û Partiya Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin kir. 14’ê Hezîranê jî li Hewlêrê bi Partiya Komala Îslamî re hevdîtin pêk anî.

Heyeta KNK’ ya di bin serokatiya Tahîr Kemalîzade de, îro di saet 11:00’an de çû serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Hat diyarkirin ku piştî serdanên heyetê ya li Başûrê Kurdistanê û şûnde, wê bi partiyên li Rojhilat, Rojava Bakur re jî hevdîtinan bike.