Rêveberên KNK û PDK'ê li hev rûniştin

Rêveberên KNK'ê, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser kongreya neteweyî ya Kurd bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dikin, bi rayedarên PDK'ê re rûniştin.

Tûra hevdîtinan a KNK'ê ya bi partiyên siyasî re, dewam dike. Heyeta KNK'ê ku ji Alîkarê Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade, endamên Konseya Rêveber a KNK'ê Kamûran Berwarî û Perwîn Ezîz û endmê KNK'ê Ferhat Dostkîp êk tê, îro saet di 11:00 de serdana Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) kir.

Heyeta KNK'ê ji aliyê endamê Polîtburo ya PDK'ê Elî Hisên, endamên Têkiliyên Derve yên PDK'ê Nîzar Botanî û Çîmen Teqyedîn ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina ku li çapemeniyê girtî pêk hat, bi qasî saetek û 40 deqeyan dewam kir.

Piştî hevdîtinê, endamê Polîtburo ya PDK'ê Elî Hisên daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir, ew hevdîtinê girîng dibînin. Hisên got, "Em kêfxweş in ji ber ku heyeta KNK'ê li vir dibînin. Bi dîtina me, ev yek ji bo kongreya neteweyî ya Kurd girîng e. Di vî warî de me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Em ê mijarên ku me li vir nîqaş kir, li organên pêwîst ên partiya xwe binirxînin. Bi KNK'ê re ti pirsgirêka me nîne, lê belê divê em li ser hin teknîkên xebatê baxivin."

Çav li rê ye heyeta KNK'ê îro serdana Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê bike.

Endamên heyetê duh jî bi rayedarên YNK û Tevgera Goran re rûniştibûn.