Heyeta ji Şengalê li Qendîlê bang kir: Em bi gerîla re ne

Heyeteke ji Şengalê hat serdana Qendîlê û peyama ‘Gerîlayan em parastin, em jî niha li dijî dagirkeriyê piştgiriyê didin gerîlayan’ dan.

Heyeta ji Şengalê ku ji rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên wê pêk tê, duh di saetên ber êvarê ve serdana Qendîlê kir. Heyet destpêkê çû serdana Şaredariya Qendîlê.

Endamên heyetê ji aliyê hevserokên şaredariya Qendîle ve hatin pêşwazîkirin û li ser rewşa giştî gotubêj hatin kirin.

Piştî şaredariyê heyet çû serdana Goristana Şehîd Mehmed Karasûngûr û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên li ser navê heyetê axivî. Azad Hisên bi bîr xist ku gerîlayên HPG/YJA Star piştgiriya gelê Şengalê kiriye û ew ji komkujiyê parastine, lewma ew jî niha bi armanca destekdayîna gerîlayên azadiyê hatine vir.

Azad Hisên got: “Em naxwazin di navbera Kurdan de şer çêbibe û pêwîst e her kes ji bo yekîtiyê kar bike. Tirkiye ji berê ve dijminê herî mezin ê Êzidiyan e, dijminê mezin li herêmê ye, lewma divê em hemû bi yekrêzî dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Azad Hisên bang li partiyên Kurd kir ku ji bo yekîtiyê kar bikin û ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku dijî êrîşan helwestekê nîşan bide.