Heyeta HDP’ê li Sîweregê dest bi lêkolînê kir

Heyeta ji parlementerên HDP’ê û hiqûqnasan pêk tên, li Sîweregê ya ku 6 kes lê hatibûn kuştin dest bi lêkolînan kirin.

Heyeta ji Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîmetûllah Erdogmûş, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, rêveberên bajar û navçeyan ên partiyê û ji hiqûqnasan pêk tê, serdana Taxa Areş a konê sersaxiyê yên li Çeltîk û Zozan Îzol di bûyera li navçeya Sîwereg a Rihayê de ku 6 kes miribûn, kirin.

Heyet a destpêkê serdana Taxa Areş kirin, piştre derbasî konê sersaziyê yê Zozan Îzol bûn. Nîmetûllah Erdogmûş ê li konê sersaxiyê axivî, bal kişand ser êşkenceya li navçeya Xelfetiyê.

Erdogmûş da xuyakirin weke heyeta HDP’ê li gel wekîlan çûne gel sekreterê Serdozgerê Sîweregê, lê ne civiyane.

Erdogmûş diyar kir ku aramî û aştiya civakê tine dikin û bi bûyera dawî ya li Sîweregê rû dayî re êdî kêr gihiştiey hestî. Erdogmûş bang li hikûmetê kir û got: “Ev banga me tevan e; eger dewleta hiqûqê ne, edalet li Riha heye, ji îro û şûnde berpirs û sûcdar derbixin pêşberî dadgehê. Asta mexdûryetê li ber çavan e, li hemberî vê mexdûreyetê divê tu kes xwe ker û kor neke.”

Erdogmûş destnîşan kir ku weke HDP’ê ew ê bibin guh, çav û zimanê mexdûryetên wiha û got: “Ji beriya ku ev bûyer rû bidin, ev dewlet li kû ye, erkên dewletê li kû mane.”

Heyet piştre derbasî taxa Çeltîk bûn , li vir bi kesên ku xizmên wan rehmet kirine re civiyan. Heyeta ku li taxê geriyan, derbasî taxa Karakoyûn bûn.