Heyeta HDP’ê li Şemzînanê çû cihê ku agir bi daristanê ketibû

Heyeta HDP’ê ji bo lêkolînan çû daristana li gundê Nêrkole ya Şemzînanê ya ku agir pê ketibû.

Duh êvarî agir bi daristana li gundê Nêrkole ya Şemzînana Colemêrgê ketibû. Şewat hê jî didome. Rêxistina HDP’ê ya Şemzînanê û parlementerê HDP’ê Saît Dede ji bo lêkolînê çû qada ku şewitiye.

Dede diyar kir ku gundiyan ragihandine şewat berê li derdora qereqolê dest pê kiriye û got “Li gorî texmîna ji ber ku leşkeran gule reşandine, agir bi qadê ketiye. Em dizanin ku şewatên li bajarên rojava û yên li Kurdistanê jî polîtîk e û ji ber polîtîkayên şer e. 3 roj in ev şewat didome lê ji xeynî bertekên gelekî qels, rayedaran tiştek negotine. Şewat gihiştiye pişt çiya û erdên gundan. Li vê derê bi hezaran heywan mirîne û yên mane jî dikin biqedin. Li ser rê me tu tîmeke tefandinê ya Midûriyeta Giştî ya Daristanan nedît. Çavê xwe ji şewata li vir digirin. Heke mudaxeleyî vê şewatê bihata kirin wê di demeke kurt de bihata tefandin. Lê şewatên berê jî wisa bû nedihiştin ku gel biçin şewatê bitefînin. Em ê tevî gelê xwe xwedî li xwezaya xwe derkevin.”