Heyeta HDP’ê çû serdana Tevgera Azadî

Heyeta HDP’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike, çû serdana Tevgera Azadî. Di daxuyaniyên hatin kirin hate diyarkirin ku mijarên mîna pirsgirêkên Iraq û Hikûmeta Başûr, dîsa pêkanîna kongreya netewî û êrîşên dagirker hatine nîqaşkirin.

Heyeta HDP’ê ku ji Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Osman Baydemîr, Îmam Taşçiyer, Berdan Ozturk, Dîlek Ocalan û endama MYK’ê Dîlek Boga û ji nûnerên HDP’ê yên Hewlêrê pêk tê ku hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne didomîne. Heyet Piştî YNK, Goran û şûnde çûn serdana Tevgera Azadî.

Di nava heyeta Tevgera Azadî ya ku bi heyeta HDP’ê re hevdîtin pêk anî, hevserok Mihemed Abdullah, ji rêveberiyê Tara Huseyîn, endama meclîsê Bêrîvan Mihemed , Abdulwehap Ahmed, Hevserokê bajarê Silêmaniyê Hacî Azad, namzetên parlemetoya Iraqê û rêveber cih girtin.

Piştî hevdîtina bi qasî saetekê dom kir û şûnde daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hate dayîn. Berdan Ozturk ê HDP’yî ku li vir axivî, anî ziman ku armanca hevdîtinên wan ên li gel partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê pêkanîna kongreya netewî ye.

Ozturk bibîr xist ku di demeke ku evqas êrîşên dijwar li ser Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye ev hevdîtin ji bo Kurdan karekî lezgîn e û got: “Dagirkeriya bi Kerkûkê re destpê kir û Efrînê dom dike, niha li dijî başûr êrîşên dagirkeriyê hene. Ji bo şikandina vê plansaziya qirêj divê kongreya Netewî bi lezgîn bê kirin.

Ji endamên meclîsa Tevgera Azadî Tara Huseyîn a di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de axivî û bal kişand ser rewşa lezgîn a hevdîtinên bên kirin. Huseyîn bal kişand ku ji derveyî tevgerkirina hevpar a Kurdan ti rêyek din nîne û got: “Ji ber vê hesasyeta heyetê spasiya wan dikin. Em weke partî û tevger tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”

Heyeta HDP’ê wê sibe li gel Nifşê Niwê, Partiya Sosyalîst û partiya koalîsyon a ji bo edalet û demokrasiyê re bicive.