Steve Clark û Ogmûndûr Jansson çûn serdana HDP û Yagiz

Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Emerîka Steve Clark û Endamê Komîteya Partiya Komunîst a Îngîltere Ogmûndûr Jansson hate serdana Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê û piştgirî da Nasir Yagiz ê ku 144 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Emerîka Steve Clark û Endamê Komîteya Partiya Komunîst a Îngîltere Ogmûndûr Jansson hate serdana Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê û têkildarî xebatên HDP’ê û berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê agahî girtin.

Clark û Jansson di çarçoveya xebatên li Başûrê Kurdistanê de serdana nûnertiya HDP’ê kirin û ji aliyê hevserokên nûnertiya HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê Abid Îke, Muzeyyen Guneş û rêveberên HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin.

‘LI HERÊMÊ BI SALAN E XEBATAN DIKIN’

Clark û Janson ên ji bo Rojname û Kovara Mîlîtan xebatan dikin ji bo fûara pirtûkan a navneteweyî hatin Hewlêrê û di salên 2017-18’an de ji bo mafên karkeran, pirsgirêkên li herêmê tê jiyîn û têkildarî pirsgirkên gelê Kurd ên li herêmê hatibûn Başûr û xebat kirin. Clark û Jansson bi heyetên cûda re berê têkildarî pirsgirêkên karkeran di serî de Tirkiye, Iraq û gelek welatên din xebat kiribûn.

Clark û Jansson beriya serdana HDP’ê li Başûrê Kurdistanê serdana gelek cihan kirin û li Başûr têkildarî pirsgirêkên gelê Êzidî serdana nûnerên Êzidiyan kirin. Jansson diyar kir ku jiyana gelê Êzidî li cihê jiyan dikin dîtine û bi gelek Êzidiyan re hevdîtin pêk anîne.

Clark û Jansson têkidlarî pirsgirkên HDP’ê yên li Tirkiye û herêmê dijîn, zextên li wan tê kirin, zextên li dijî gelê Kurd û berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê didomin, agahî wergirtin.

Heyeta DYE-Îngîltere zêdetirî 2 saetan bi nûner û rêvebên HDP’ê re civiyan û têkildarî gelek mijaran agahî wergirtin.

‘SERDAN GELEK GIRÎNG E’

Hevseroka HDP’ê ya Nûnertiya Başûrê Kurdistanê Muzeyyen Guneş têkildarî berxwedana grevên birçîbûnê agahî da û diyar kir ku berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven destpê kirî, di roja 156’an de ye, ya Nasir Yaigz di roja 144’an de ye. Guneş diyar kir ku grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven destpê kirî li zindan, Kurdisan, Ewropa û çar aliyên cîhanê didome û got; “Ji roja grevên birçîbûnê destpê kirî û pêde gelek pêkhateyan serdana çalakiyê kirine. Kesên ji fikrên Sosyalîst, Komunîst (Marksîst-Lenînîst) serdana çalakiyê kirin û agahî wergirtin, ev gelek girîng e.

Zêdetirî 40 sal e têkoşîna azadiya gelên bindest û gelê Kurd, gelên tevgerên karker em dimeşînin. Li herêmê bi salan e li ser gelê Kurd zextên mezin hene. Li dijî zextên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û tecrîda li ser rêzdar Ocalan em jî têkoşîna xwe didomînin.”

Guneş têkildarî rolê jinan a di nava tevgera Kurd e, tecrîda li ser Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê agahî da.

CLARK: EM LI GEL TÊKOŞÎNA GELÊ KURD IN

Clark got ji Komara Mehabadê û vir ve her dem ew li pişt Kurdan disekinin, 1970'yî wan nûneriyek vekirine û hewl dane ku pirsgirêkên gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê tespît bikin. Clark got, ''Her dem me ji nêz ve bala xwe da ser têkoşîna Kuradn û em jî ji têkoşîna Kurdan hêz digirin. Em zextên li Tirkiyê yên li Kurdan, girtina Selahattîn Demîrtaş û hilbijartiyan ji nêz ve dişopînin. Lê hê jî em dibêjin li ser zextên li Tirkiyê yên li ser HDP'ê û Kurdan agahiyên me kêm in. Hûn dikarin li ser van mijaran agahiyê bidine me.''

ÎKE: HER DEMÊ SIYASETMEDARÊN KURD HATIN GIRTIN

Piştî Clark, Abîd Îke li ser têkoşîna siyasî ya tevgera Kurd a ji 90'î û vir ve agahî da, bi bîr xist her demê dewleta Tirk zextê li ser tevgera Kurd a siyasî dike, her dem hilbijartiyên Kurd girtine û ew qetil kirin.

Clark û Jansson diyar kirin ku hevdîtinên wan baş derbas bûne û ji bo agahiyên ku rêveberên HDP'ê dane malavayî li wan kirin.