Heyeta Aştiyê: Li dijî dagirkeriyê divê her kes têbikoşe

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ku ji aliyê PDK'ê ve hate astengkirin, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de ji bo rawestandina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Tirk, banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Ji deverên cuda yên cîhanê zêdeyî 150 kes ji bo diyalog di navbera hêzên Kurd de çêbibe û dawî li êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê anîn, xwestin biçin Hewlêrê lê belê beşek ji wan hate astengkirin û hinek jî hatin dersînorkirin.

PDK'Ê NEHIŞT KU LI PÊŞIYA NÛNERTIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DALXUYANÎ BÊ DAYIN

Koma ji derdora 70 kesî ku karîbû li Hewlêrê bimîne, îro xwest li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê belê hêzên PDK'ê destûra vê yekê nedan. Asayîşa PDK'ê dor li otela Blue Mercury pêçand ku heyet lê dima. Tevî vê yekê jî heyetê daxuyaniyek da çapemeniyê û avabûna însiyatîfa "Defend Kurdistan-Kurdistanê Biparêze" ragihand. Destûr nehate dayin ku endamên heyetê ji otelê derkevin.

Destpêkê bi zaravayê Soranî daxuyanî hate xwendin. Hate ragihandin ku têkildarî daxuyaniya wê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî bihata dayin, Sefîn Dîzayî bi xwe di hevdîtinekê de hate agahdarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her wiha me ji Sefîn Dîzayî re ragihand ku heyeta me dixwaze biçe qadên ku şer lê diqewime, bombe tên barandin, deverên tên şewitandin û li wir raporê amade bike."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HÊZÊN BERXWEDÊR'

Piştre jî bi Îngîlîzî daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku bi navê 150 siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, akademîsyen, endamên parlamentan, aktîvîstên siyasî, ekolojîst û femînîz, ji rewşa metirsîdar a ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ew bi fikar in û ji nêz ve dişopînin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên berxwedêr ên Kurd. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên li Metîna û qadên din ne tenê li dijî hêzên gerîla ye, êriş ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û tunekirina destketiyên gelê Kurd e.

HEWLDANÊN PDK'Ê YÊN JI BO REWAKIRINA DAGIRKERIYA TIRK

Hate ragihandin ku li qada navneteweyî li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdengî heye û hate destnîşankirin ku herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Mexmûr û Şengal di hedefê de ne. Di daxuyaniyê de dagirkeriya li bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî weke mînak hate nîşandan. Heyetê diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de çeteyan bi kar tîne, piştre dest bi hewldana Tirkkirinê dike û hewl dide demografiyê biguherîne.

Heyetê ragihand ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, rêveberiya herêmî ya Kurdistanê û hikumeta Iraqê kêm tiştan dike û got, "Bİ taybetî rayedarên PDK'ê hewl didin ku dagirkeriya Tirk rewa bikin ku ev yek jî me gelekî diêşîne. Zexta aborî ya Enqereyê çi dibe bila bibe, encamên vî şerî dibe ku ji bo gelê Kurdistanê û herêmê giran be. Lewma divê PDK xwe neke wekîlekî Tirk."

'DIVÊ CÎHAN QIRKIRINA KURDAN BIBÎNE'

Di daxuyaniyê de ev bang li hêzên navneteweyî hate kirin: "Divê cîhan qebûl bike ku Tirkiye hewl dide gelê Kurd qir bike. Ya ku li pêşiya dagirkeriyê û tunekirina mafên siyasî yên Kurdan dibe asteng, tevgera xwedanê ya Kurd e. Berxwedana çekdarî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê, Kurdistan ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo mirovên li vê herêma berfireh kirin keleheke berxwedanê."

DAXWAZÊN ÎNSIYATÎFÊ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser vê bingehê "Însiyatîfa Parastina Kurdistanê" hatiye ragihandin û hate gotin, "Ji bo êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bêne rawestandin, ji bo yekîneyên Tirk hemû û leşkerên Îslamîst ên bi pereyan şer dikin bên vekişandin em van daxwazan dikin:

Kampanya dagirkeriya Tirk, guhertina demografîk, bêaramîkirin û xalîkirina etnîkî ya li Başûrê Kurdistanê rawestînin.

Pêşî li talankirina xwezaya Kurdistanê bigirin.

Hêzên herêmî û navneteweyî dawî li hevkariya li qirkirina li Kurdistanê bînin.

Em piştgiriyê didin sekna hevpar a partî, sazî, gel û gerîlayên Kurd a li dijî dagirkeriya Tirk.

Na ji projeya Neo-Osmanî ya Erdogan a li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî."

Piştî civîna çapemeniyê Serokê Partiya Komunîst a Fransayê û Senator Pierre Laurent axivî û got, "Ji bo piştgiriya xwe ya bi Kurdistanê re nîşan bidin û bixwazin ku êrişên dewleta Tirk tavilê bêne rawestandin em hatine vê derê."