Hewlêr li ber dagirkeriyê rabû: Bila dewleta Tirk ji herêma Kurdistanê bê derxistin

Bi banga Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), li paytexta herêma Kurdistana Federal li Hewlêrê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber parlamentê hatin şermezarkirin. Çalakgeran xwestin, leşkerên dewleta Tirk ji herêmê bên derxistin.

Li Başûrê Kurdistanê bi dehan sal in baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Salên dawî hem baregehên leşkerî hatin zêdekirin, hem jî qadên dagirkirî berfireh bûn.

Ji 23'ê Nîsanê û vir ve bi taybetî li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê êrişên dagirkeriyê têne kirin.

Bi rêk û pêk êriş li gundan tên kirin û têne valakirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê jî li ber vê yekê bêdeng e.

Li dijî êrişên dagirkeriyê, nerazîbûna li Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) li dijî êrişên dagirkeriyê û li hemberî hebûna leşkerî ya li herêmê, li ber Parlamenta Hewlêrê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Li pêşiya parlamentê bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Peymana navbera Iraqê û dewleta Tirk a li ser ewlehiya sînorê divê bê betalkirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk sînor bê parastin. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê bê derxistin."

Di daxuyaniyê de binpêkirina hiqûqa navneteweyî, xisara li xwezayê hatiye kirin û birîna daristanan hate bibîranîn û hate ragihandin ku ev yek sûcê şer e.

Çalakgeran xwestin ku xweza bê parastin û ji dewleta Îranê jî hate xwestin ku dawî li binpêkirinan bîne.

Di daxuyaniya KKP'ê de hate gotin, "Ji ber rêveberiya nebaş a Herêma Kurdistanê, maf û azadî rojane têne binpêkirin. Mûçeyên xebatkar û teqawîtbûyiyan têne kêmkirin. her wiha buhayê alavan hatiye zêdekirin û bac zexteke giran li şêniyan dike."

Partiya Komunîst piştî daxuyaniyê daxwazên xwe yên li dijî êrişên dagirkeriyê û yên ji bo mafên karkeran radestî parlamentê kir.