Hewl têdayin ku Kurdan ji taxa Arefey a Kerkûkê derbixin

Hêzên Iraqê dixwazin bi karanîna hêzê, 280 malên Kurdan ji taxa Arefey a Kerkûkê derbixin.

Hêzên Iraqê li taxa Aferey a Kerkûkê hefteyek dem dabûn 280 malên Kurdan ku li ser zewiyên kompanyaya petrola Bakur in vala bikin. Îro li Kerkûkê çalakiyekî protestokirinê hate lidarxistin.

Tabûra 61’an a girêdayî serokwezîr êrîşî gel kirin û diyar kirin ku eger ji malên xwe dernekevin wê xaniyên wan birûxînin. Ev malên Kurdan dema serdema Baasê de koçber bûn û piştî hilweşdana rejîma Sedam Hûseyîn vegeriyan Kerkûkê ku ev 18 sal in li vê herêmê dijîn. Lê piştî 16’ê Cotmehê (radestkirina nîvê xaka Başûrê Kurdistanê) hêzên Iraqê gelek caran êrîşî malên Kurdan kirin û hewl didin ku Kurd malên xwe biterikînin.

Hawkar Ebdullah ku yek ji welatên ku êrîşî wî hate kirin ji ANF’ê re axivî û got; “Di mehekê de 3-4 caran hatin ji bo derxistinê. Malên Ereb û Tirkmenan cîranê me ne, lê hewl didin tenê Kurdan derxînin û êrîşî jin û kesên bi temen dikin. Ji van 280’î malan 250’î mal pêşmerge ne û 18 şehîdên wan hene û gelek kêmendamên wan hene. Van hêzan êrîşî malekê kirin ku jinekî bi temen û zilamê wê temenê wî nêzî 80’î sal e û xwedî çend şehîdan e.”

Hawkar Ebdullah herî dawî got; “Em dikarin xwe biparêzin û şer bikin lê em naxwazin şer û fitne li vî bajarî derbikeve.”

Welatiyê bi navê Omer Hesen (73) ku êrîşî mala wî kirin axivî û got; “Berpirsê van hêzên gelek caran bi wesayîtên leşkerî yên hamir hatin û bi ser min de hatin. Lê her tim bi bi xweşî li gel wan axiviye. Dema ku keça min xwest bi telefona xwe wêne bikêşe 5 leşkerên çekdar êrîşî mala min kirin.”

Omer Hesen bi domdarî got; “Birayê min Enwe Hesen li bajarê KerkûKê şehîd bû. Ti kes û aliyek xwedî li me dernakeve, ka ew berpirs û parlamenter li ku ne dengê me nabihîsin. Her roj hêzek tê êrîşî me dike. Ez 73 salî me û çavekî min nîne.”