Hewa gemarî bêhnê li gelê Wanê diçikîne

Hewa gemarî ku li Wanê bi zivistanê re giran bû, gefê li tenduristiya gel dixwe.

Hewa gemarî ku ji ber komira bê kalîte ya li avahiyên dewletê tên bikaranîn rû dide, gefeke mezin li tenduristiya gelê Wanê dixwe.

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê ya KCD'ê Fatîh Şahîn diyar kir ku sedema sereke ya gemarîbûna hewayê ya li Wanê bikaranîna komira bê kalîte ye û anî ziman, komira ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ve tê belavkirin, dibe hewa gemarî û bandoreke neyînî li jiyana hemû zindiyan dixwe.

Şahîn bi bîr xist ku hewa gemarî dibe sedem ku di kirika mirovan de nexweşî der bibe û got, komira bê kalîte bi taybetî li taxên bejahî û li avahiyên TOKÎ tê bikaranîn.

Şahîn ragihand, Midûriyeta Bajêr a Bajarvanî û Hawirdorê kontrol û analîz nekiriye û got, "Mixabin gemarîkirina xweza û hewayê bi komira bê kalîte, ji nedîtî ve tên. Ji bo pêşî li vê were girtin, li şûna komirê divê gaza xwezayî li avahiyên TOKÎ û taxê bejahî were bicihkirin. Her wiha kontrola egzoz û emîsyonê yên wesayitan jî nayê kirin."

Şahîn diyar kir zivistanê ji ber komirê, havînê jî ji ber ocaxên kevir, mermer û xîzê hewa gemarî dibe.

Şahîn da xuyakirin ku febrîqeyên çîmento jî her wextê jehrê li derdorê belav dikin û got, "Walîtiya Wanê gemarîbûna hewayê red dike. Lê belê ev daxuyaniyên Walîtiyê bê wate ne, ji ber ku rewş li pêş çavan e."