Hevserokên nû yê KCD Guven û Ozturk e

8. Kongreya Asayî ya KCD a tevahiya rojê dewam kir, bi coşeke mezin bi dawî bû. Ji bo Hevserokatiya KCD’ê jî Leyla Guven û Bedran Oztûrk hatin hilbijartin.

8. Kongreya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bi sirûda “Ji bo azadiya Kurdistanê, roj roja yekîtiyê ye” bi dirûşm û coşeke mezin bi dawî bû. Kongreya li Salona Konferansê ya Vedad Aydin a avahiya DBP’ê ya Amedê hate kirin, tevahiya rojê bi nirxandin û gotûbêjan ve dewam kir. Ji bo Hevserokatiya KCD’ê jî Leyla Guven û Bedran Oztûrk hatin hilbijartin.

Di kongreyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, wêneyê Dayika Teybet Înan a ku li Silopiyayê di dema xwerêveberiyê de hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma hatin daliqandin. Di salonê de pankartên bi nivîsa “Rêbertiyek Azadî, Kurdistaneke Azad, Rojhilata Navîn a Azad”, “KCD li Kurdistanê, Kongreya Hemû Gelan û baweriyan a hevpar e” hate vekirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, Hevseroka KDC Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek parlementerên HDP’yî , Aktivîstên TJA, delegeyên KCD û gelek siyasetmedarên Kurd beşdarî kongreyê bûn.

Wê encamnameya kongreyê roja Duşemê bê eşkerekirin.