Hevserokên nû û berê yên HDP’ê yên Mêrdînê hatin girtin
Hevseroka HDP’ê Perîhan Agaoglû û hevserokê bêrê Mûsa Alkan ên ji dawiya meha Sibatê ve li Mêrdînê destgîrkirine, li ser gotinên ‘şahidên veşartî’ hatin girtin.
Hevseroka HDP’ê Perîhan Agaoglû û hevserokê bêrê Mûsa Alkan ên ji dawiya meha Sibatê ve li Mêrdînê destgîrkirine, li ser gotinên ‘şahidên veşartî’ hatin girtin.
Di serdegirtinên polîsan ên 29’ê Sibatê ya polîsên Tirk de li gel Agaoglû û Alkan 11 kes hatibûn destgîrkirin.
Ji vana 8 kes piştî karûbarên wan ên li emniyetê hatin berdan, parêzer Alî Kahraman ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ hate girtin.
Herî dawî Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû û hevserokê berê Mûsa Alkan roja Înê sewqî Daderiya Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin.
Li ser gotinên ‘şahidên veşartî’ û tevlîbûna daxuyaniyên çapemeniyê ya sala 2015’an bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ Agaoglû û Alkan hatin girtin. Her du rêveber şandin Girtîgehan Tîpa E ya Mêrdînê.