Hevserokê YNK’ê: Bi ti awayî tevlî şerê Kurd bi Kurdan nabin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di civîneke li gel fermandarê Bilind ê Leşkerî yê YNK’ê de got: “Bi ti awayî nabin beşek ji şerê Kurd bi Kurdan.”

Hevserokê Yekîtiya Nîştîman a Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî li Qela Ciwan li gel Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê civiya.

Şêx Cengî di civînê de qala rewşa ewlehî ya Herêma Kurdistanê kir û bal kişand ku li dijî her cûre şerê Kurd bi Kurdan e.

Şêx Cengî anî ziman ku her hewldanek ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bixe nava metirsiyê jî şermezar kir û got: “Em bi ti awayî ne beşdarî û ne jî alîgiriya şerekê dikin ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin.”