Hevserokê KODAR'ê: Bila gelê me xwe ji guhertinên nû re amade bike

Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan: KODAR ji bo civakeke siyasî û exlaqî, modeleke alternatîf e. Divê gelê me xwe tê de bi rêxistin bike û xwe ji bo guhertineke nû amade bike.

Hevserokê Giştî yê Komelgay Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan derbarê encama 3’emîn kongreya KODAR’ê ku 17-18-19’ê Gulana îsal hate lidarxistin, her wiha di derbarê mekanîzmeya pêkanîna biryarên kongreyê, rewşa siyasî û civakî ya Rojhilatê Kurdistanê, her wiha li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

Fûad Bêrîtan di destpêka axaftina xwe de bal kêşand ser şert û mercên ku sêyemîn kongreya KODAR’ê di nav de hate lidarxistin û got: "Kongre di şert û mercekê de pêk hat ku li Rojhilata Navîn pir bi lez guhertin çêdibin, bi taybetî em bi xwe li Rojhilat û Îranê şahidê nerazîbûnên civak û gelê xwe bûn. Bi taybetî nerazîbûn û xwepêşandanên gel ku payîz û zivistana bihurî li bajarên mezin ên Îranê û civaka Rojhilatê Kurdistanê li ser pirsgirêka neteweyî, aborî, şêwazê rêveberiya desthilat birêve çû, ew nerazîbûnane her ku diçû berfirehtir dibû. Kongre di şert û mercekî wiha de hate lidarxistin. Pêwîst dikir ku ew guhertinên li herêmê çêdibin bihatiban nirxandin û li gorî wê jî diviyabû weke hêzeke pêşeng û alternatîf, weke tevgerekî ku proje û nêrîna wê ji bo çareseriya wan pirsgirêkan heye, derbarê jiyana gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê biryarên ku çarenûsê diyar dikin bidîn; ji ber wê di qonaxeke wisa de kongre pêwîstiyek bû."

'PÊWÎSTIYA HERÊM BI HEVSENGIYEKE NÛ HEYE'

Fûad Bêrîtan li ser şîroveyên siyasî yên derbarê şert û mercên herêmê, Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên di nava kongreyê de hatibûn pêşxistin axivî û diyar kir: "Me di şîroveya siyasî de ya li kongreyê işaret bi wê hate kirin ku em di qonaxa şerê cîhanî yê sêyemîn de ne, şerê cîhanî yê sêyemîn ku qala wê tê kirin ji şerên din ên 1 û 2’mîn pir cudatire. Şerê cîhanî yê sêyemîn dîzayneke nû bi xwe re tîne, wate guhertineke nû li holê heye, bi giştî sîstema cîhanî û herêmî diguhere. Ew dewletên li herêmê divê xwe li gorî sîstema cîhanî biguherînin, ji ber wê jî ew dewlet neteweyên li herêmê yên heyî beşek ji sîstema sermayedarî ya cîhanî ne, ne tenê beşek in belku karakterê sîstema sermayedarî ya cîhanî di nava xwe de dihewînin. Ew dewletane niha li herêmê li pêşiya guhertinên herêmê asteng in, divê bêne guhertin. Yek ji wan dewletan jî Îran e, ji ber wê me bi awayekî vekirî û eşkere mijarên neteweyî, ayînî, pêkhate û mezhebên cûr bi cûr xiste nîqaşê. Her wiha me nîqaş kir ku pêwîstiya herêmê bi hevsengiyeke nû heye, wate divê dewlet netewe ji bo ku nebin bingehê destwerdana derveyî mîna Iraq û Sûriyê kavil nebe, di nava xwe de guhertinan çêbikin. Ew jî pêwîstiya wê bi têkoşîna gel û pêşengtiyê heye, her wiha pêwîstî bi xwendinekî rast a ji aliyê dewleta Îranê heye ji bo çareseriyeke rasteqîn û di makezagonê xwe de guhertinekî bingehîn çêbike."

'HÊZA BIYANÎ NE ÇARESERIYE, PIRSGIRÊKAN KÛRTIR DIKE'

Fûad Bêrîtan di heman demê de destnîşan kir: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê destwerdana ji derve nabe çareserî belku bi dayîna pişta xwe ji vîna gel re dikare pirsgirêk çareser bibin. Her wiha dewletên herêmê yên wek Sûriye, Iraq û Îran ji ber siyasta netewe dewletê, yek mezheb û yek desthilatî birêvedibin, rê li ber destwerdanê dewletên biyanî wek Rûsiya û Emerîka li herêmê vekirine. Lê hêzên biyanî ne tenê nikarin pirsgirêkan çareser bikin belku dibin sedemê kûrbûyîna pirsgirêkan, ji ber wê em di vê baweriyê de ne ku tenê civak dikare bi vîn û pêşxistina kêrhatiyên xwe di xebatên civaka sivîl, siyasî, civakî û jîngehparêzî ve dikare li hemberî siyaseta înkar û îmhaya dewlet neteweyan li ber xwe bide. Ji bo wê jî em pêwîst dibînîn ku gelê me bi avakirina yekîtiya navxweyî û amadekariyeke baş ve xwe ji bo guhertinên nû yên li herêmê çêdibin amade bike."

'DEWLETÊ CIVAK KIRIYE GIRTÎGHEKE MEZIN'

Fûad Bêrîtan di derbarê wan tawanbariyên ku dewleta Îranê li ser gelê Kurd û partiyên siyasî ferz dike ango qaşo 'Kurd rê li ber destwerdanên ji derve vedike' nirxandin kir û wiha pê de çû: "Dewleta Îranê her tim bi siyaseta reşkirina muxalîfên xwe bi tohmetên mîna girêdayî Emerîka, Îsraîl yan jî dijî xwedê ne tawanbar dike. Bi siyaseta îdamê zextê li ser wan dike, civak jî kiriye girtîgeheke mezin, ew yek jî vedigere mêyzandinên rêveberên Îranê ku bi wê yekê ji civakê re dibêjin ku mafê we nîne nerazbûnê nîşan bidin, ne xwe eger nerazîbûnê nîşan bidin em ê we bigirin û îdam bikin, mafê we nîne ku daxwaz bikin û azad bijîn. Dema em diaxifin em dibin şahidê îdamkirin û girtina bi sedan çalakvan ku par tevlî xwepêşandanan bûbûn, pir hovane nêzî wan bûn. Dema dibîne ku hêzeke nerazî û alternatîf heye, bi hemû şêwazî wê tawanbar dike, ne xwe em wek KODAR ku me beriya niha jî ragihandibû ku li benda destwerdaneke ji derve de nînin û me timî ragihandiye ku em ji bo çareserkirina pirsgirêkan ya bi şêwaz û rêbazên guncav amade ne. Ji bo wê jî divê dewlet dest ji siyasetên kuştin, îdamkirin û zextkirina li ser gel berde. Bi nûnerên rast ên gel bi taybetî gelê Kurd re birûnê, ji ber ku demokratîzebûna Îranê ji çareseriya pirsgirêka Kurd re derbas dibe."

Fûad Bêrîtan di dewama axaftina xwe de derbarê mekanîzma kar û xebatê ya KODAR’ê de tekez kir ku niha şert û merc ji bo  pêkanîna hemû projeyên KODAR’ê guncav nîne, lê KODAR ji bo paşerojê tenê projeyek nîne, belku bi piştevaniya civakê weke proto modelek pêş dikeve û armanca wê ew e ku siyaseta qedexe ya ku Îranê bi rêve dibe, her wiha ya ku dewlet ji civakê re dibêje ku xwe ji siyasetê dûr bigire û wisa ji civakê re behs dikin ku tu yê bêjî qey divê tenê çend kes siyasetê bikin û civak jî temaşewanê wan kesane be. Lê KODAR tekez dike ku siyaset vegere hembêza civakê, vegere ji takê civakê ku bikare bi şêweyekî werek daxwaziyên xwe bîne ser ziman. Di çarçoveya nerazîbûnan de xwe birêxistin bike, yekdengî û daxwaziyên xwe bîne ser ziman. Bêguman ew yek ne hêsan e û berdêlên mezin dixwaze. Civak di vê mijarê de rojane berdêlan dide, bi taybetî bi pêşengtiya jinan û ciwanan niha taybetî di girtîgehan de pêşengtî dikin. Ji niha ve Tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê li ser wê dixebite û sûdê ji ezmûnên cûr bi cûr digire bi taybetî ezmûna Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê mekanîzmeya me ji bo pêkanîna projeyan vedigere civakê bi xwe, bi taybetî rêxistinkirina civakê. Bi wê şêwazê dikarin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê paşeroja xwe pêk bînîn û pirsgirêkan çareser bikin."

'PIRSGIRÊKA ABORÎ TENÊ YEK JI PIRSGIRÊKAN E'

Fûad Bêrîtan ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên nihayî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tenê pirsgirêka aborî nîne belku ew tenê yek ji pirsgirêkan e û wiha domand: "Eger em bikarin di aliyê hişmendî ya ji bo nirxandina pirsgirêkan de civaka xwe amade bikin, em hişmendiya desthilatdariya Îranê weke sedemê pirsgirêkên Îranê dizanin ji bo wê jî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêwîstiya me bi têkoşîneke hişmendî heye, bi wê şêwazê dikarin pirsgirêkan çareser bikin."

Hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan di dawiya axaftinên xwe de balkêşand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Em dizanin ku niha Rêber Apo tenê wek takekesekî nayê girtin û tecrîdkirin belku weke felsefe û paradîgmayeke nû hatiye girtin. Dixwazin dengê Rêber Apo negihîje cîhanê, lê em dizanîn ku rojekî weke îro ji hemû demê zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê pêwîstiya Rojhilata Navîn bi Rêber Apo û felsefeya wî heye.

Li Rojhilata Navîn û herêmê ramanên Rêber Apo tê pejirandin, li zanîngehên cîhanê lêkolîn li ser tê kirin, tekez tê kirin ku eger li hemberî zêdexwaziya dewlet netewe yekane alternatîfek hebe ew jî fikrê Rêber Apo ye. Eger em mînakekê bidîn, modela Konfedralîzma Demokratîk baştirîn çareseriye ji bo pirsgirêkên Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Ji bo wê jî bi vê tecrîdê re dixwazin civakê tecrîd bikin, dixwazin modela Îmraliyê bikin modelek ji bo tecrîdkirina civakê. Ji ber wê jî girînge ku em baş Rêber Apo bixwenîn û weke fîlozofekê têbigihîjîn. Ji bo wê erk dikeve ser milê hemû ferdên Rojhilata Navînî û bi taybetî gelê Kurd bi pêşengtiya jin, ciwan, rewşenbîr û hunermendan divê xwe erkdar bibîne û ji bo azadiya Rêber Apo bixebite û fikrê wî belav bike."