Hevserokê KNK’ê: Divê em 2018’an bikin sala yekîtiya neteweyî

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd got wan daye ber xwe ku 2018’an bikin sala yekîtiya netewî û wiha got, ‘’Partiyên me yên siyasî divê hurmetê bidin Qendîlê, divê Qendîl jî wan hembêz bike.’’

KNK’ê ji bo çêkirina kongreya netewî, avakirina yekîtiya netewî ya Kurd, ji bo nêzîkkirina partiyên siyasî, rêxistin û pêkhateyan nêzîh ev bike, wan bîne cem hev xebat kir.

Li Kurdistanê ji bo kêşeyên di navbeyna partiyên siyasî, rêxistinan de çareser bike û berjewendiya netewî di ser ya partiyan re were girtin xebat kir.

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd li ser xebat û plansaziyên KNK’ê axivî...

‘BERJEWENDIYÊN KURDISTANÊ JI BO KNK’Ê ESAS IN’

Hevserokê KNK’ê Reşîd Rêbiwar diyar kir ku KNK avaniyeke wiha ye ku li ser prensîban ava bûye û xebatên xwe li gorî bername û plansaziyan dikin, beriya ku dest bi karekî bikin bi berfirehî babetê li ber xwe datînin, pirsan dikin ku ji bo ew kar pêk were divê çi bikin, kengî bikin û çawa bikin wê encamên erênî bi dest ve bînin.

Reşîd bi berdewamî diyar dike, ji ber sedema ku zemîna jêrabûna wan Kurdistan û welatparêzî ye di xebatên xwe de ew berjewendiya çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe datînin, carinan destkeftiyên parçeyekê didin pêş lê vê jî dema ku dikin, bi şertê ku li pêş destkeftiyên parçeyên dî nebe asteng xebatên xwe dikin û ev babeteke pir nazik e, hesabên kûr jê re lazim e. Reşîd diyar dike ku pir girîng e gel xwe tevlî van xebatan bike lê ew ji  tevlêbûneke hîsî wêdetir tevlêbûna li plan û bernameyê û li gorî rêgezên azadiyê hêvî dikin.

‘ASTA TÊGIHIŞTINÊ YA HEMÛ PARÇEYAN NE WEKE HEV E’

Hevserokê KNK’ê her wiha diyar dike ku asta têgihiştinê a gelê Kurd li çar parçeyan ne weke hev e, hin dever ji şoreşgertiyê baş fêhm dikin, bi însîyartîvê tevdigerin û dizanin çi dikin û ji bo wan jî tiştekî ku bibêjin namîne lê hin dever jî hene dixwazin karekî pak û jidil bikin lê nizanin bê ka wê çawa bikin û ji  bo vê jî, carinan ji bo ku kar wê çawa, ji bo çi bikin, xizmetê ji kê re bike dikin, ev jî ziyanê dide. Reşîd diyar dike ku karê KNK’ê jî ew e ku ev werin perwerdekirin û şanî wan bidin bê ka kar divê çawa were kirin, çawa kar wê xizmetê ji gel re bike.

‘SERWERÎKIRINA SINÎTÎYÊ YA LI SER BAWERIYÊN DÎ ŞAŞ E’

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd balê dikişîne ser dewlemendiya Kurdistanê ya ji hêla çand, bawerî û gelan ve lê niha hin hêz hewl didin ku tenê girîngiyê bi baweriya Sinnî bidin û ev şaş e. Reşîd diyar dike ku ev li Kurdistanê xeteke baweriyê ye lê li gel vê li Kurdistanê gelek baweriyên cuda hene, jinedîtî ve hatin wan, serwerkirina Sinnîtiyê ya li ser van pir şaş e û mînak dide ku li Kurdistanê baweriyên Êzîdî, Yarsanî, Şiîtî, Elewî hene, ateîst û komunîst hene.

Reşdî bi berdewamî diyar dike ev dewlemendiyek e û divê xebatên wiha werin kirin ku van hemû baweriyan di nav xwe de vehewîne, ti yekê ji van veder neke û wiha pê de diçe, ‘’Ji ber ku karê me yê esasî ew e ku ji kîjan bawerî, mezheb, herêmê dibe bila bibe em hemû Kurdan bînin cem hev.’’

‘QENDÎL NAVENDA ŞOREŞGERAN E’

Reşîd her wiha balê dikişîne ser polîtîkayên dijmin ên li ser pirrengiya civaka Kurd û dibêje,’’Dijminê me dixwaze Kurdan zêdetir paçe bike û nakokiyên di navbeyna wan de geş bike. Ji bo vê jî pêdivî bi nêzîktêdayineke wiha heye ku hemû hesasiyatan hembêz bike. Divê partiyên me yê siyasî hev hembêz bikin. Mînak divê hemû partiyên me yên siyasî hurmetê bidin Qendîlê, her wiha Qendîl jî divê wan hembêz bike. Ji ber ku Qendîl navenda şoreşgeran e.

Divê tevgerên me yên Başûrî û gelê me zanibin li Qendîlê çi heye, çi dibe. Ji ber ku Qendîl ji bo dijmin bûye gilokek ji êgir. Rojava jî wiha ye. Divê Bakur jî hay ji Başûr hebe, çi Başûr çi dibe, gelê me yê Başûr çi dike, çawa dijî, bi kîjan kêşeyan re dilebike divê zanibe. Ji ber ku hikûmeta Iraqê bi hemû hêza xwe dijberiya gelê me yê Başûr dike. Ne tenê Iraq, niha jî Tirkiye û Îran jî mudahleyê li Başûr dike. Ji bo vê jî xebatên Başûr zehmet bûne.’’

‘KONGRA NETEWÎ TEQEZ DIVÊ ÇÊBIBE’

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd got ew ji karê ku dikin zêde ne kêfxweş in, di vê mijarê de bi rexnedayîn nêz dibe û got, ‘’Kongreya Netewî ji bo gelê me pêdiviyeke jiyanî ye. Bi kîjan formê dibe bila bibe dive ev kongre pêk were. Di pêvajoya bihurî de em hinekî bi vê rolê rabûn. Bi kêmanî di vê babetê de hinekî bihîstyariyek me çêkir.’’

‘ME DAYE BER XWE KU SALA 2018’AN BIKIN SALA YEKÎTIYA NETEWÎ’

Hevserokê KNK’ê Rêbiwar Reşîd herî dawî got, ‘’2018 sala xebatê ye. Saleke wiha ye ku xebatên mezin li benda me ne. Gelek bernameyên me yên konferans û komcivînê hene. Me daye ber xwe ku sala 2018’an bikin sala yekîtiya netewî.

Li Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava planên me yên konferansan hene. Her wiha konferansên me li ser Kurdên Feylî, Êzîdî hene. Li Başûr û Bakurê Kurdistanê bernameya me ya Komxebatê ya Yekîtiya Kurdan heye. Li Ewropayê jî plansaziyên me yên konferansan hene.’’