Hevserokê KCD'ê: Ramanên Ocalan rêya jiyanê ye
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku 19 sal in tecrîd bi sistematîk li ser Ocalan didome û got, Ocalan bi hewldana xwe ya çareserî û aştiyê pêşî li polîtîkayên şer û tecrîdê girtiye.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku 19 sal in tecrîd bi sistematîk li ser Ocalan didome û got, Ocalan bi hewldana xwe ya çareserî û aştiyê pêşî li polîtîkayên şer û tecrîdê girtiye.
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li ser tecrîda girankirî ji ANF’ê re axivî.
Ozturk da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 19 sal in bi sîstematik didome û wiha axivî: "Dema ku Komploya Navneteweyî li hemberî Ocalan pêk hat tevahî cîhanê dizanî pirsgirêka gelê Kurd bi radestkirina Ocalan nayê çareserkirin. Bi radestkirina Ocalan berovajiyê wê rageşiyên mezin derketin holê. Dewletên dagirker jî yên ku hevparên vê koployê ne jî xwestin rageşiyek mezin, qeyran yan jî şerek navxweyî têxin Rojhilata Navîn. Bi demê re Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi hewldana xwe ya çareserî û aştiyê hemû polîtîkayên komplogeran pûç kir û ev polîtîka veguherand çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk."
'RAMANÊN OCALAN RÊYA JIYANÊ YE'
Ozturk anî ziman ku tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, tecrîd li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û wiha pê de çû: "Dema ku tecrîd giran dibe, bi şêwazekî topyekûn şer li dijî gelê Kurd tê kirin. Dixwazin gelê Kurd bê îrade bikin. Berî 19 salan xwestin felsefe û ramanên Ocalan ji holê rakin. Lê belê Birêz Ocalan bi hewldana xwe ya çareserî û aştiyê hemû polîtîkayên tinekirinê têk bir. Li Bakurê Sûriyeyê ramanên Ocalan şîn bûne û pelên xwe vekirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rêyên jiyanê vekir û pêşkêş kir. Dewletên emperyal jiyana bi hev re ya gelan naxwazin û ji bo vê yekê em dibînin îro li Efrînê êrîşî jiyana wekhev a gelan dikin. Li Efrînê şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û dixwazin dewlemendiya gelan tine bikin. Birêz Ocalan bi ramanên xwe pêşî li dewletên emperyal girtin û rêya civakek azad vekir. Ji bo vê yekê jî tecrîd giran kirin û şer gur kirin."
'JI BO DAHATUYA TIRKIYÊ TI PROJEYÊN AKP'Ê NÎNE'
Ozturk bal kişand ser hewldanên Ocalan ên çareserî û aştiyê û ev tişt li ser axaftina xwe zêde kir: "Ramanên Birêz Ocalan dengê aştiyê û jiyana bi hevre ye. Ji bo vê jî dixwazin têkiliya Ocalan û civakê ji hev bibirin. Ji sala 1990'î ve kengî bi Birêz Ocalan re hevdîtin hatibe kirin, xwîn nerijiya ye û aramî hatiye welêt. Niha jî Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bidomîne şer giran kiriye û tecrîd şidandiye. Ji bo dahatuya gelên Tirkiyeyê ti projeyên AKP'ê tine ye û ji bo xwe li ser linga bigire êrîşî destketiyên Kurdan dike. 19 sal in ku Birêz Ocalan rêyên çareseriyê û aştiyê nîşan dide. Proje û xalên çareseriyê yên Birêz Ocalan eşkere û diyar in."
'DIVÊ CPT'Î DEST JI DIRÛTIYÊ BERDE'
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk destnîşan kir ku weke her carê welatên Ewropa û CPT'î dirûtiyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema mijar tecrîd û Birêz Ocalan be, CPT'î rêgezên xwe yên li ser hatine avakirin binpê dike û nas nake. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin li derveyî hiqûq û qanûnên Ewropayê ye. Hemû mafên jiyanê li Îmraliyê hatine birîn û bi dehan caran CPT'î hete Tirkiyeyê û bê ku serdana Îmraliyê bike vegeriya. Her wiha du caran serdana Îmraliyê kir, lê rapora xwe ji raya giştî re eşkere nekir. Divê êdî CPT'î dest ji dirûtiyê berde û demildest vegere li ser peywîra xwe."