Hevserokê KCD'ê Ozturk: Bêdengî tê wateya pejirandinê

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê û ya Kurdan e. Pirsgirêka gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ne. Bêdengî pejirandina vê yekê ye."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk desteserkirina şaredariyên HDP'î nirxand.

Ozturk bal kişand ser rewşa xitimandî ya sîstemê û ragihand, ku desthilatdariya heyî jî hewl dide bi vê sîstemê welêt bi rê ve bibe. Ozturk diyar kir, desthilatdariya siyasî bi desteserkirina îradeya gel dixwaze hebûna xwe bidomîne û destnîşan kir, ev yek hemû nîşan dide ku sîstema heyî û desthilatdariya heyî têk çûne. Ozturk got, tiştekî ku desthilatdariya heyî pêşkêşî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bike nîne û bal kişand ser gotina 'Ez dikarim di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

'DIVÊ HER KES DAKEVE QADAN'

Ozturk bal kişand ser 'aqlê dewlet'ê jî ku niha li holê nîne û got, "Bi rastî jî em niha vî aqlê dewletê nabînin. Polîtîkayeke welê dimeşînin ku rewşa heyî ya nebaş hîn nebaş dikin. Yekane tişta ku xwe pê xwedî dikin faşîzm û zordarî ye. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê her tim ji desthilatdaran xurtir bûye.

Bi vê wesîleyê dixwazim bangekê li gelên Tirkiyeyê bikim. Her kesên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe, azad bibe û veguhere welatekî ji aştiyeke bi rûmet divê li qadan bin. Divê her kes li dijî faşîzmê helwestekê nîşan bide. Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê û Kurdan e, pirsigrêka hemû gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ye. Lewma divê kes bêdeng nemîne. Bêdengî tê wateya pejirandinê."