Hevserokatiya giştî ya DEM Partiyê: Sala nû li gelên me pîroz be
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyek sala nû li hemû gelan pîroz kirin.
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyek sala nû li hemû gelan pîroz kirin.
Hevserokên giştî yên Dem Partiyê bi daxuyaniyekê sala nû li hemû gelan pîroz kirin û biryaradariya xwe ya têkoşînê ya sala 2025'an anîn ziman.
Daxuniya hevserokan bi vî rengî ye;
"Em biryardar in ku sala 2025an bikin sala aştî û yekîtiyê. Sala nû li hemû gelên me pîroz be.
Me salek li dû xwe hişt ku gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji bo azadî, wekhevî, nan û dadê berdêlên giranbiha dan. Lê di heman demê de piştgirî û têkoşîn jî mezin kirin. Me li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û wekhevnebûnê bi biryardarî li ber xwe da û di bin her şert û mercî de daxwaza xwe ya jiyana mirovane parast.
Em bi hêviyên mezin dikevin sala 2025'an. Em ê bi siyaseta xwe ya li ser bingehê ked, wekhevî û hevgirtinê têkoşîna xwe ya ji bo siberojeke bê şer û adil bidomînin.
Em ê di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo hemû mijaran diyalog û muzakereyan pêş bixin. Em ê her tim bibin dengê bindest, ciwan, jin û kedkaran.
Em biryar in ku sala 2025'an bikin sala hêvî û aştiyê. Ji bo Tirkiyeyê û herêmê serdema aştî, demokrasî û yekîtiyê ye. Baweriya me heye û em ê vê yekê pêk bînin. Em sala nû li hemû gelên xwe pîroz dikin, em ji we re saleke mişt aştî, azadî û bextewarî dixwazin."