Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind guh neda biryara binpêkirina maf a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku li ser nêrîna Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind û êşkenceya li Ataman hate kirin.
Li taxa Çelebîbagi ya navçeya Erdîş a Wanê, di 8'ê Nîsana 2016'an de saet di 02:00 de tîmên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POJ) bi îdîaya 'HPG'yî lê ne' avêtin ser mala Ahmet Ataman. Agir berdan mala Ataman û Hediye Ataman ji ber ku destûr nehat ji odeyê derkeve, şewitî û hate qetilkirin. Ahmet Ataman ji ber qîrîn û hawara hevjîna xwe yên ji bo alîkariyê hewl da agir vemirîne, êşkence dît, hate binçavkirin û piştre hate girtin.
BIRYARA POLÎSÊN ÊŞKENCEKAR 'QISÛR NEKIRINE'
Parêzerê malbata Ataman Mahmût Kaçan ji ber sedema 'binpêkirina mafê jiyanê'serlêdan kir û Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê di nava du hefteyan de serlêdan bi encam kir û biryar da ku mijarê neşopîne. Serdozgeriyê îdîa kir ku li mala Ataman lê hate kuştin di navbera 'endamên rêxistinê' û polîsan de şer qewimî û polîsan ti 'qisûr' nekirine.
Parêzer Kaçan bi hinceta 'binpêkirina mafê jiyanê' li hemberî biryara Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê îtiraz kir. Piştî demeke dirêj Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Erdîşê îtiraz nirxand û ragihand ku di navbera 'endamên rêxistinê' û polîsan de şer qewimî û îdîa kir ku ti 'qisûra' polîsan nîne. Li ser vê yekê parêzerên malbata Ataman di 6'ê Adara 2019'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.
AYM'Ê TÊKILDARÎ HEDIYE ATAMAN A KU ŞEWITÎ Û JIYANA XWE JI DEST DA, BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA
AYM'ê hikum da ku mafê jiyana Hediye Ataman hatiye binpêkirin ku li mala ji aliyê polîsan ve hate şewitandin, şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din, di rûniştina 9'ê Nîsana 2018'an a têkildarî hevserê Hediye Ataman Ahmet Ataman de bi giştî 18 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Parêzeran ev biryar jî birin ber destê Dadgeha Îstînafê ya Herêmê ya Erzîrûmê, lê belê Daîreya Ceza ya 6'emîn a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Erzîromê îtiraz red kir.
Li ser vê yekê biryar birin ber destê Dadgeha Bilind. Daîreya Ceza ya 16'emîn a Dadgeha Bilind bi îdîaya ku Ahmet Ataman 'Yekbûna dewletê û yekparebûna welêt xera kiriye' biryar da ku Ahmet Ataman bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê bê darizandin. Di darizandinê de ku ji nû ve hate kirin, cezayê heta bi hetayê li Ataman hate birîn. Dosya çû ber destê AYM'ê. Dadgeha Destûra Bingehîn nirxandina Ahmet Ataman nirxand, biryar da ku maf hatiye binpêkirin û tespît kir ku di binê çavan de êşkence li Ataman hatiye kirin.
CEZAYÊ KU BERÊ HATE XERAKIRIN, JI NÛ VE HATE ERÊKIRIN
Piştî cezayê girtîgehê yê li Ataman hate birîn pêvajoya temyîzê destpê kir. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind têkildarî xerakirina cezayê hate birîn nêrîna xwe pêşkêşî Daîreya 3'yemîn a Dadgeha Bilind kir. Lê belê Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê ku Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Erzîromê da, erê kir.
'ÊŞKENCE LÊ HATE KIRIN, WEKE ENDAMÊ RÊXISTINÊ HATE RAGIHANDIN'
Parêzerê Ataman Mahmût Kaçan li ser mijarê daxuyanî da û got, "Daîreya Ceza ya 3'yemîn a Dadgeha Bilind bêyî ku sedemên temyîzê binirxîne, di demeke kurt de biryar da û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê erê kir. Bi vî rengî ceza misoger bû; me jî ji bo muwekîlê xwe serî li AYM'ê dan."