BI DÎMEN

Di meşa Pirsûsê de Rojava hat silavkirin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa Pirsûsê de axivî û got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re.”

Êrîşên dewleta Tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê bi meşekê hatin protestokirin. Bi hezaran kesên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin gel hev, berîqetên leşkeran derbas kirin û bi dirûşm û çepikan meşiyan.

Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û wiha got: “Daxwaza ku îro divê pêşiya wê were vekirin, daxwazên gelê Kurd in. Li ser peyama Birêz Abdullah Ocalan tê axaftin. Çima, ji ber ku pozîsyona gelê Kurd a li vê erdnîgariyê dizane. Rojava xelet ji bo gelên Tirkiyeyê tê vegotin. Bila guh bidin dengê gelê Kurd ê li ber xwe dide. Li Rojava paceyeke azadiyê heye. Manîfestoya jiyanê ya jinan li wir nivîsandî heye. Dijminên herî mezin ew in ên ku rêya aştiyê digirin. Piştevaniya li vê derê, sînoran ji holê radike û sînorên netewedewletê hilweşandiye.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku tu kes dê nekare sînorekî bo berxwedana me deyne û wiha domand: “Em mecbûr in statûya Rojava biparêzin. Çeteyên dûvikên OSO’yê şandin Rojava. Me ev qebûl nekir û dê qebûl nekin. Ne em tenê, hemû dinya ji bo Rojava û Kurdan deyndar e. Bila kesek hewl nede mîna DAÎŞ’ê bike. Sedema hatina me ya vê derê ew e ku pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê ya Tirkyeyê were çareserkirin. Li Sûriyeyê li dijî neteweyên cuda komkujî tê kirin. Gelê Kurd, muxatabiya Birêz Abdullah Ocalan esas digire. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, nêzikatiya li hemberî hemû Kurdan e. Lewma bila hewl nedin siyaseteke cuda bimeşînin. Dê piştevaniya me ya bi gelê Rojava re bi dawî nebe.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.