BI DÎMEN

HPC û HPC-Jin: Em li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî banga rêxistinbûnê dikin

HPC û HPC-Jin, bang li gel kir ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê xwe bi hêztir bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Civakî (HPC-JIN) bi beşdariya bi dehan endaman daxuyaniyek li Baxçeyê 4’ê Nîsanê yê li bajarê Hesekê da. Endama HPCˈê Viyan Hesen bi zimanê Kurdî û rêveberê HPCˈê yê Kantona Cizîrê Hemîd Miêş bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li welatê me Sûriyê û li herêmên me yên Rêveberiya Xweser em di rojên giran û dîrokî re derbas dibin. Ev roj ji bo pêşeroja me pir girîng in. Rejîma Baas a 61 salî ji ber ku nekarî guhertinên demokratîk pêk bîne û daxwazên gelan guhdar nekir, hilweşiya. Rejîmê bersiva pêdiviyên siyasî, civakî, aborî û çandî yên gelên Sûriyê neda. Ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi awayek eşkere êrîşî herêmên me kir.

Bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê, li Şehba û Minbicê, hemwelatiyên me ketin bin zexteke mezin, mal û milkên wan hatin talankirin, jin hatin revandin û her cure kiryarên der mirovî li wan hatin kirin. Heta van kêliyan jî bombebaran û êrîş bê navber didomin.

Li Sûriyeyê rewşa krîzê berdewam e. Hêza leşkerî ya ku niha li Şamê bi cih bûye îdia dike ku dê bibe rêveberiya nû, lê weke gel em nikarin parastin û ewlekariya xwe teslîmî hêzeke ewqasî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike û azadiya jinan înkar dike bikin. Li herêmên Rêveberiya Xweser, QSD ji bo parastina me fedakariyên mezin raber dike. QSD, hêza parastina me ye. Anku ciwanên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen, Suryan û Asûrî ne.

Dema ku şervanên rûmetê bi awayekî çalak erka xwe ya parastinê pêk tînin, em jî weke Hêzên Parastina Cewherî nikarin bê deng bimînin û wan bi tenê bihêlin. Em ê jî li gel xwişk û birayên xwe yên QSD û YPJ’ê cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de bigrin. Bi vî rengî em dora mala xwe, gundê xwe, tax û bajarê xwe diparêzin. Heta niha bi dehan endamên HPC û HPC-Jin berê xwe dan eniyên cengê û li gel şervanên QSD û YPJ'ê li dijî dagirkeriya Tirk şer kirin. Ev sekna tevahî endamên me yên HPC û HPC-Jin nîşan dide ku em hemû QSD ne, em hemû YPJ û YPG ne.

Eger Rêveberiya Xweser di nava 13 salên dawîn de tevî aloziyên heyî karî bibe pênaseya warekî azad, sedema xwe ewe ku parastina xwe nade destê tu kesî û bi hêza xwe ya cewherî xwe diparêze. Îro ev pêwîstî ji her demê zêdetir derketiye pêş. Divê em axa ku lê dijîn, bajarê xwe, gundê xwe û taxa xwe bi xwe biparêzin. Dewleta Tirk li pey planên îlhaq û dagirkirina tevahî Sûriyeyê ye. Mîna ku li Efrîn, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê û li deverên din kir, dixwaze tevahî Sûriyeyê dagir bike. Bi awayek eşkere li pêşiya raya giştî dibêje yan hun ê radest bibin, an jî ez ê we tevî çekên we bin ax bikim. Ev sûcekî herî mezin ê mirovahiyê ye û bi awayek vekirî tê kirin. Ji bo wê divê hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.

Ev ax axa me ye, em ji cihekî din nehatine van deveran, yên ku berê xwe dane vir û dagir dikin, dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Ew ne xwediyên van axan in. Çavê me li welatê tu kesî tune ye, lê bila her kes bizane ku li hemberî yên çav berdane welatê me, em ê bêdeng nemînin û heta dawî li ber xwe bidin.

Em wek HPC û HPC-Jin bang li hemû gelê xwe dikin ku li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî jiyana xwe bi rêxistin bikin û bi beşdariya xwe ya nava refên parastinê, xwe bi hêztir bikin. Em ji dayîna berdêlan natirsin. Ji ber ku em dizanin bi berdêlên ku em didin, em welatê xwe bi ewle dikin û siberoja azad a gelê xwe ava dikin.”