Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê hate girtin

Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê Fatma Gunduz a ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin.

Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di 5’ê Nîsanê de di serdegirtina malan de Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê Fatma Gunduz, Dayîka Aştiyê Emîne Ozek û Cemîle Alyanak hatibûn destgîrkirin. Kesên hatibûn destgîrkirin, bi şev ew derxistin dozgeriyê.

Dozgeriyê Ozek û Alyanak bi şertê kontrola edlî serbest berda û xwest Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê were girtin.

Gunduz piştî ku li hakîmtiyê îfade da, hate girtin. Gunduz şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.