Hevseroka HDP'ê ya Erebanê û kurê wê hatin destgîrkirin
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê tevî kurê xwe di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.
Hevseroka HDP'ê ya bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê tevî kurê xwe di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê.
Her wiha avêtin ser mala Hevseroka HDP'ê ya Erebanê Muzeyyen Înan. Di serdegirtinê de Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hatin destgîrkirin.
Hat hînbûn ku Înan û kurê wê birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.