Hevseroka DBP'ê ya Farqînê Amîne Gunduz hate girtin
Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Farqînê Amîne Gunduz, bi hinceta ku cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn misoger bûye hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Farqînê Amîne Gunduz, bi hinceta ku cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn misoger bûye hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Amîne Gunduz doh dema ji navenda Amedê diçû Farqînê, li benda kontrolê ya leşkerî hate rawestandin û Kontrola Agahiyên Giştî (GBT) hate kirin.
Bi hinceta ku cezayê girtîgehê yê ji ber doza bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" lê hatibû birîn misoger bûye, Gunduz birin Edliyeya Bismilê.
Hikumê li Gunduz hate birîn li edliyeyê jê re hate xwendin, ew hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.