Hevşaredarên Nisêbînê hatin binçavkirin
Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok, ku dewleta Tirk qeyûm li şûna wan bi cih kir, hatin binçavkirin. Tevî Hevşaredaran 9 kes hatin binçavkirin.
Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok, ku dewleta Tirk qeyûm li şûna wan bi cih kir, hatin binçavkirin. Tevî Hevşaredaran 9 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP/Qesra Erdogan de, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda navçeyê û gundên Nisêbînê.
Di serdegirtina malan de Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya, Cengîz Kok, Serokê Seyît-Der a bi biryarnameyê hate girtin Abdullah Ongun, Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Sîraç Dînç, Suleyman Akin, rêveberê DBP'ê Abdullah Yilmaz û li gundê Tepeustu Cevdet Akat û Îsmet Akat hatin binçavkirin.
Hat ragihandin, kesên hatine binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Li navçeyê û gundan, serdegirtin û lêgerîn dewam dike.