Hevşaredarên Cizîrê: Em bi paş ve gav navêjin

Hevşaredarên Cizîrê li dijî dagirkeriy qeyûm gotin ,''AKP'ê darbe li gel kir, em îro jî bi paş ve gav navêjin''.

Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê helwesta xwe nîşan dan û gotin, ev darbeya li gel e.

Zirig got, ''AKP bi vî rengî darbeyê ne tenê li Kurdan dike, li hemû gelan dike. Em dibînin bi vî rengî gelan li hev sor dikin. Me di 3 salan de dît ku li ser navê şaredariyê bi destê qeyûm nehiştine. Ev êdî ji dîktatoriyê wêdeir e. Em bang dikin; demildest dev ji vê desteserkirinê biqerin. Ya gel divê teslîmî gel bikin.''

Hevseok Kutlu jî got,''Ji wan weye tişta ku bi hilbijartinê nekarîn bistînin wê bi qeyûm bistînin. Heta ku hûn dil û rihê vî gelî teslîm negirin hûn nikarin vîna wê teslîm bigirin. Ji ber vê, ji bo ku hûn bi vê dizanin, we ji xwe re kiriye edet ku bi zorê û diziyê dest li ser deynin. Bi vê hûn nikarin bi ser bikevin. Gelê me her dem wê bi giyanê xwe azad be. Şaredariyên me wê tim yên me bin. Me duh bi paş ve gav neavêt, bi têkoşîna xwe, bi gelê xwe re me şaredarî standin û niha jî û sibe jî nikarin bi me gavan bi paş de bidin avêtin.''