Hevşaredarên berxwedanê: Kaya û Kok

Hevşaredarên Nisêbînê Kaya û Kok herî baş dikarin bi vê gotinê bên vegotin; "Her kêlî di nav hewldaneke derasayî de bûn". Me dixwest ku vê hewldan û kêferatê ji wan guhdarî bikin lê beriya ku bi rê bikevim agahî hatin ku hatine binçavkirin.

Cîoran di pirtûka xwe de, ya bi navê Meyla Bûneweriyê wiha dibêje, "mirovbûyin dramek e; Yahûdîbûyin drameke dîtir, temsîla bûneweriyeke pir cihêtir e" Ku em ji vê hevokê 'Yahudî' derînin û li şûna wê ‘’Kurd’ bi cih bikin, wê çi kesek nebêje çima te wiha kir. Hevserokên Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku hişmendiya kûr a rewşa "temsîla bûneweriyeke pir cihê" dijîn, ji bo ku barê giran ê vê rewşê ragirin weke berxwedêran derdikevin pêşiya me ku çi hewce bûye texsîr nedikirin û dikirin. Me dixwest vê hewldan û kêferatê ji wan guhdarî bikin lê belê agahî hate dayin ku hatine binçavkirin. Wê kêm bimîne lê berpirsyariya vegotina wan li ser me dimîne.

Kaya û Kok ku duh berê sibehê hatin binçavkirin, bi têkoşîna xwe û bi rista xwe ya pêşeng a di nav berxwedana bênavber a Nisêbînê de profîleke cuda xêz dikin. Kaya û Kok ku di êrîşa hêzên dewletê yên bi ser Nisêbînê de ti deman navçe û qada berxwedanê neterikandin, piştî ku ji peywirê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hate danîn jî, her devera navçeyê kirin weke bînahiyeke şaredariyê, bi gel re bi rê ve birin û berxwedana xwe domandin.

TÊNE GIRTIN

Sara Kaya 2015’an li Nisêbînê dema ku xwerêberî tê ragihandin, di nav ragihandinê de cih digire û xwedî li tercîha gel derdikeve. Piştî ragihandina xwerêberiyê, di nav berxwedana xwerêveberiyê de bi gel re li ber xwe dide, piştî ku ‘’qedexeya derketina derve’’ li Nisêbînê dest pê dike û êrîşa pêşî rû dide, Îlonê tê binçavkirin û girtin.

Piştî ku du mehan serbest dimîne, Mijdarê ji girtîgehê tê berdan.

JI CIHÊ KU MAYÎ BERDEWAM DIKE

Kaya ji cihê ku mayî berdewam dike, di dema êrîşên 'qedexeya derketina derve' de, ku 13’ê Mijdarê dest pê kiribû û 14 rojan berdewam kiribû, di nav berxwedanê de cihê xwe digire. Kaya di dema qedexeyê de xwe digihîne wan kesên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatin birîndarkirin û wan dibe nexweşxaneyê, di parastina berxwedana gel de dibe xwedan ristekî mezin. Kaya piştî qedexeya 14 rojan, bi şev û roj bi gel ve dibeziya, hem ji bo pêdiviyê madî û hem jî manewî.

CENGÎZ KOK, LI PÊŞ WESAYITA ZIRXÎ BI SERBILINDÎ RADIWESTE

Li gel Kaya, Hevserokê Mêr Kok jî bi hevserok Kaya re di nav têkiliyeke lihevkirî û hevrêtiyê de bû, di dema qedexeya 14 rojan de, di dema qedexe û êrîşan de bi pêşengiya xwe ya serhildanê di bîra civakê de ma.

Di Mijdara 2015’an de, di dema qedexe û êrîşan 14 rojan de, ku heta hingî li Nisêbînê qedexeya herî domdirêj bû, Kok derkete kuçeyan, bi hezaran kes rakir ser piyan, li pêş wesayita zirxî ya dewletê bi serbilindî rawestiya û got, "an hûn ê me hemûyan bikujin, an jî hûn ê vê qedexeyê bi dawî bikin", bi vê gotina xwe bi awayekî fiîlî qedexe parçe kir û hema roja dîtir jî qedexe bi awayekî fermî hatibû rakirin.  

BI MEHAN DI NAV BERXWEDANÊ DE DIMÎNIN

Kaya û Kok di dema êrîşên giran ên bi ser Nisêbînê de, ku êrîşên bi vî rengî di dîrokê de kêm in, Nisêbînê naterikînin, bi mehan dibine dengê Nisêbînê, li dijî êrîş û hilweşîna bi ser gel de, li ber xwe dan. Di dema qedexeya dawî de ku 14’ê Adara 2016’an dest pê kir û nêzî 5 mehan dom kir, heta dawiyê li cem gel bûn, piştî ku qedexe li taxinan rabû jî, Nisêbîn ne terikandin û hewl dan ku ji pirsgirêkên gel re bibin çareserî.

ÊŞA GEL JÎ, BERXWEDAN GEL JÎ PAR VE DIKIN

Kaya û Kok ji pratîkên rêveberiyê û rêveberiya herêmî ya Kurdistanê cudatir dibine xwedî pratîkê. belkî jî dibine sîmgeya pratîzekirina rast e rêveberiya herêmî, li gorî felsefeya ku Tevgera Azadiya Kurd danî. Kaya û Kok her cure desthilatdariya cihêkar tehf dan, li cem gel, bi gel re rêveberî hilbijartin, ev ne wekî ji çav re jî, ne wekî format lê, weke modêleke ku jê bawer dikirin û wekî şêwaza jiyana xwe pêk dianîn. Kaya û Kok ku dizanin dema ku di nav gel de bin jê re berxwedan û berêleke giran hewce ye, ji serî de hay ji vê hebûn û li gor vê tevdigeriyan. Piştî ku qedexe li Nisêbînê bi dawî dibe, li herî pêş wêê berxwedanê ne ku di nav kavilan de zîl didin. Hevşaredarên ku bi hemû tiştên gel re têkildar dibin, banga bihistyariyê ji raya giştî re dikirin, deriyê xwe ji Nisêbîniyan re vedikin ku malên wan bûne kavil, êşê, nebûnê û berxwedanê bi gel re par ve dikin.

LI HER DEVERÊ ŞAREDARÎ

Li Nisêbînê piştî ku êrîş bi dawî bûn, 11’ê îlonê Kaya û Koka ji peywirê têne kirin. Alîkarê Waliyê Mêrdînê qeke qeyûmê tê ser şaredariyê. Piştî Qeyûm jî ji bo Kaya û Kok li Nisêbînê hemû qada jiyanê dibe qada rêveberina bi gel re û berfirehkirina vê qadê. Gelê Nisêbînê, dema ku Kaya û Kok qeyûm nas nedikirin û dema ku kepçeyek jî hewce dibû, li şûna qeyûmê li Kaya û Kok digeriyan û çareserî dixwestin.

DI BIN ÇAV DE BÛN

Kaya û Kok ku bi gelê Nisêbînê re bi awayekî fiîlî bi gel re rêveberî didomandin, duh berê sibehê bi operasyonekê hatin binçavkirin. Têkildarî binçakirina Kaya û Kok di sedem nehate nîşandan. Kaya û Kok ji bo gelê Nisêbînê her demê weke temsîla vîna wan ma, ji niha û pê de jî mirov dikare bibêje ku gelê Nisêbînê wê qeyûm nas neke û li vîna xwe xwedî derbikeve.