Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak hate girtin
Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak, piştî desteserkirina şaredariyê hate girtin.
Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak, piştî desteserkirina şaredariyê hate girtin.
Şaredariya bajarokê Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Mûşê roja 15'ê Gulanê bi biryara Wezareta Karên Hundir a Tirk hatibû desteserkirin. Hevşaredarê Vartînîsê Casim Bûdak ê HDP'î ku hate destgîrkirin, doh derxistin pêşberî dadgehê.
Bi îdîaya "propaganda rêxistinê" Bûdak ji aliyê dadgeha dewleta Tirk ve hate girtin.
Bûdak şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.