Hevşaredarê girtî Ozalp ji ber 'Rewşa Awarte' nayê dermankirin

Hevşaredarê Qelqeliyê yê DBP'yî Şerafettîn Ozalp, ku di 15'ê Tîrmeha 2016'an de hat girtin, tevî ku pirsgirêkên xwe yên giran ên tenduristiyê hene, ev 6 meh in bi hinceta 'Rewş Awarte ye' nayê dermankirin, wî ranakin nexweşxaneyê.

Dewleta Tirk Hevşaredarê navçeya Qelqelî ya Wanê Şerafettîn Ozalp berî 6 mehan girt û ew li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê bi cih kir. Ozalp berî were girtin, ji ber nexweşiya xwe timî tedawî dibû. Têkildarî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê û rewşa nebaş a tenduristiya Ozalp rapor ji rêveberiya girtîgehê û dozgeriyê re hatin şandin û ji bê dermankirin serlêdan hat kirin. Lê belê ev 6 meh in bersiveke erênî nehatiye dayîn.

Hevjîna Ozalp Zubeyde Ozalp li ser mijarê agahî da û diyar kir, wan gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê û Serdozgeriyê dane, lê belê her carê ji wan re gotin e, 'Rewşa Awarte heye. Di van şert û mercan de em nikarin wî sewqî girtîgehê bikin. Bila hinekî li ber xwe bide'. Ozalp da xuyakirin, ku di ser vê bersivê re çend meh derbas bûne, lê hê jî bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn. Ozalp got, li girtîgehê bi sedan girtiyên nexweş hene û bang li raya giştî ku vê rewşê bibîne.

Ozalp anî ziman, wan serî li Şaxê ÎHD'ê yê Wanê dane, daxwaza alîkariyê kirine û wê mijarê bi raya giştî re parve bikin.