Hevşaredarê berê yê Şirnexê Kadirhan girtin

Hevşaredarê berê yê Şirnexê Serhat Kadirhan hate girtin.

Hevşaredarê bêrê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Şirnex Serhat Kadirhan ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatibû destpêkirin li Amedê hatibû destgîrkirin, piştî 3 rojan bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) li Edliyeya Şirnexê îfade da.

Kadîrhan ji aliyê dozger ve bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ tevlîbûna axuyaniyên çapemeniyê yên dema berxwedana xwerêveberiyê ya sala 2014-2016’an a bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Kadirhan bi heman hincetan ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Amedê.