Hevşaredarê Îdirê Akkûş hate girtin

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve dest danîbûn ser şaredariyê hate girtin. Akkûş şandin Girtîgeha Îdirê.

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş piştî ku şaredarî ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve hate desteserkirin û şûnde ji erkê hatibû girtin, hate girtin. Akkûş ê piştî 3 rojan li Midûryeta Emniyetê ya Îdirê hate girtin û şûnde, vê sibehê sewqî edliyeyê kirin. Akkûş ê bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ îfade da, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh a Nobedar kirin. Dadgehê Akkûş girt û şand Girtîgeha Îdirê.

Hê jî hevşaredar Eylem Çelîk li Midûryeta Emniyetê ya Îdirê tê ragirtin.

Li şûna hevşaredarên Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş ên 15’ê Gulanê ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji erkê hatin girtin, qeyûm hatin danîn. Ji bo lêpirsîna derbarê Çelîk û Akkûş jî biryara veşariyê hatibû danîn.

Akkûş dema hate destgîrkirin gotibû: Me nedizî, me talan nekir, me nexwar, rênadin ku hûn jî bixwin. Ev bila ji bo we bibe derd. Hêza me ya herî mezin gelê me û kenê me ye. Ev jî bila ji bo we derd be. Me serî netewand, natewînînin.”