Hevşaredaran Erdîşê bi xebatkaran re civiyan

Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala bi xebatkarên şaredariyê re civiyan.

Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala yên piştî 15 roj şûnde çûn li ser erka xwe li avahiya xizmetê bi xebatkarên şaredariyê re civiyan.  Hevşaredar Çetîn anî ziman ku rêz ji nirxên gel re bigirin, ti pirsgirêka me bi kesî re nîne.

Çetîn diyar kir ku demê dawî polîtîkayeke ya cihêkariyê tê kirin û got: “Erkê me yê serekî xebat e. Ev şaredarî şaredariyên gel in. Em ji bo xizmeta gelê xwe bikin têdikoşin, em ji bo bibin layîqî gelê xwe têdikoşin.”